ROJANE
Hemû Nûçe
-
FEDA, qetlîama Dîlokê şermezar kir
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), qetlîama Dîlokê şermezar kir, ji kesên ku ximên wan jiyana xwe ji dest dane re sersaxî û ji birîndaran re jî şifaya xêrê xwstin. -
Malbatên Pirsûsê: Bila Pirsûs were ronîkirin yan jî wê komkujî dewam bikin
Malbatên kesên ku di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dayin, sersaxî ji gelê Dîlokê re xwestin, ‘’Ronîkirina komkujiya Pirsûsê’’ dubare kirin. Malbatan gotin, ‘’Me gotibû, ku Pirsûs neyê ronîkirin, wê komkujî berdewam bin. Mixabin wiha bû’’ -
KNK: DAIŞ mekîneya kuştinê ya TC'ê ye
KNK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya li Dîlokê ya bi ser Kurdên welatparêz de bi tundî şermezar kir û diyar kir DAIŞ ‚ 'mekîneya kuştinê' ya dewleta Tirk e. -
Li Erzîrom, Mûş û Aydinê 13 kes hatin girtin
Qirkirina siyasî ya bi ser siyasetmedarên Kurdan de berdewam e. -
Êzidiyên Dîasporayê ji bo Ocalan dest bi greva birçûbûnê dikin
Meclîs Şengalê ya Dîasporayê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hate gotin, ew ê li Strasbûrg-Fransayê bikevin grêva birçîbûnê. -
Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan ên li Ewropayê dewam dikin
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Awûstûrya, Fransa, Awûstralya û Kanadayê çalakî hatin lidarxistin. -
KCDK-E û NAV-DEM'ê ji bo Dîlokê banga lezgîn a çalakiyan kirin
KCDK-E û NAV-DEM'ê bang li Kurdistanî, dostên wan û hêzên demokrat, şoreşger ên li Elmanya û tevahiya Ewropayê dijîn kirin, li dijî komkujiya li Dîlokê bi rengekî lezgîn dakevin qadan û çalakiyan lidar bixin. -
Nerazîbûna li hemberî astengiya li pêşiya festîvalê zêde dibe
Îstîxbarta û polîsên Elman hewl didin, 24. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya li bajarê Elmanya Kolnê bê lidarxistin, asteng bikin. Partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl nerazîbûn nîşanî vê astengiyê dan. -
HDK û DBP: Em, êrîşkaran û yên zemîn ji êrîşê re amade kirine şermezar dikin
HDK û DBP'ê li ser komkujiya li Dîlokê, ku 50 kesan jiyana xwe ji dest dan, daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hat gotin, ev êrîş yekser li hemberî gelê welatparêz hatiye kirin. -
'Ji bo çareseriyê divê tecrîd bê rakirin, operasyon bên sekinandin'
Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan û Hevserokê Devrîmcî Partî (Partiya Şoreşger) Ûfûk Gollu, deklarasyona çareserî û muzakereyê ya KCK'ê nrixandin û bang li hikûmetê kirin, ku vê bangê bibîne. -
Ozgur Gundem bi manşeta 'Nivîsên min pira aştiyê bûn' derket
Di hejmara îro ya rojnameya Ozgur Gundemê de gotina 'Nivîsên min pira aştiyê bûn' a Endama Desteya Şêwirmendiya Weşanê Asli Erdogan, bû manşet. -
Şervanê YPG'ê Fîraz Kardo li bajarê Malmo yê Swêdê hat bîranîn
Şervanê YPG'ê Fîraz Kardo (Badeen Al) ê di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Malmo yê Swêdê ku 25 salan lê bû, hat bîranîn. -
Cecîle: Pêwîstiya cîhanê bi nêrînên Asli heye, lewma divê bê berdan
Nivîskar Cecîle Oûmhanî nerazîbûn nîşanî girtina Asli Erdogan da û got, "Di vê demê de pêwîstiya cîhanê bi civaka azad û mirovahiya azad heye. Asli Erdogan yek ji parêzvanên van nirxan e. Girtina wê ne ya qebûlkirinê ye." -
Welatiyê Swêdê ji Tirkiyeyê hat dersînorkirin
Ciwanê Kurd Arvîn Erdem ê li bajarê Borlange yê Swêdê dijî, li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê bêyî hincetek bê nîşandan hat binçavkirin û piştî sê rojan bi îdîaya ku gefê li ewlekariya welêt dixwe, hat dersînorkirin. -
Balûken: Deklarasyon firsendeke dîrokî ye
Balûken deklarasyona KCK'ê nirxand û got, "Deklarasyon firsendeke dîrokî ye, divê bê dîtin" û bang li hêzên demokrasî û aştiyê jî kir, ku xwedî li vê bangê derkevin. -
Li Taxên Neşwa Şerqî û Mesakîn şerê dijwar diqwimin
Li Taxên Neşwa Şerqî û Meskîn ên Hesekê di navbera YPG’ê û hêzên rejîmê de di saetên şevê de şerê dijwar qewimî. -
Li xeta Başûrê Minbicê operasyon dewam dikin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê operasyona ku ji bo rizgarkirina gundên di bin destê DAIŞ’ê de, dayî destpêkirin bi hemû leza xwe dewam dike. li Bakûr û Başûrê Minbicê 2 gund hatin rizgarkirin, 15 çete hatin kuştin. -
Li Stûttgart ji bo azadiya Ocalan çalakî
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di standa çalakiya ku li Stûttgartê hate lidarxistin de, jinan diyar kir ku azadiya Ocalan tê wateya azadiya hemû jinan. -
Li Parîsê ji bo Ocalan meşa girseyî
Li Parîs a Fransayê bi mebesta şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tevlêbûna bi hezaran kesî meşeke girseyî hate lidarxistin. -
Demê binçavkirina rêveberên Ozgur Gundemê dirêj kirin
Dema binçavkirina Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Ozgur Gundemê Zana Kaya û Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya 5 rojan hat dirêjkirin -
Li Kopenhatng ji bo Ocalan çalakiyên kon, keştî û bisiklêtan
Li paytext Kopenhag a Danîmarkayê ji bo azadiya Ocalan çalakî û aktivîte dewam dikin. -
Li Baselê ciwan ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Ciwanên Kurd li Basel a Swîsreyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin. -
Asli Erdogan ji girtîgehê peyamek şand
Aslî Erdogan a ku endamê desteya Şêwirmediyê ya Ozgur Gundem wiha anî ziman: “Di nivîsandinên min de ne tenê fikra azad wijdan hate ‘Darezandin’. Ya ku hate hepiskirin ‘Wijdan e.’Wêje, mirov ji bo ku vê wijdanê biparêze heye.” -
Li 3 welatan azadiya Ocalan hate xwestin
Li Italya, Awûstralya û Fransayê çalakiyên ji Ocalan re azadî dewam kirin. -
Heyeta HDP’ê ya ku di bin serokatiya Demîrtaş de wê ber bi Başûrê Efrîqayê ve bikevin rê
Heyeta HDP’ê ya ku di pêşengtiya Demrîtaş de, wê bi hikûmeta Başûrê Efrîqa û derdorên mafê mirovan re hevdîtinan bikin.