Li Baselê ciwan ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Ciwanên Kurd li Basel a Swîsreyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.
Ciwanên Kurd li Basel a Swîsreyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.
Endamên Ciwanên Azad ên ku li Basel û Bernê ya Swîsreyê dijîn, bi mebesta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, li navenda bajêr meşek li dar xistin. Ciwanên ku tevlî çalakiyên bûyin posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PKK’ê rakirin.
Ciwanên ku tevlî meşê bûyin diyar kirin ku ji 5’ê Nîsana 2015’an ve wan ti agahî ji Ocalan nestandine û wiha gotin, ji hewldana darbeyê 15’ê Tîrmehê ve ew li ser rewşa tendirûsiya Rêbertiya xwe bi fikar in û xwestin ku demildest rêya Imraliyê vebe, CPT biçe Girava Imraliyê û lêkolînan bike.
Çalakgeran bi dirûşêm ‘Bijî Serok Apo’’, ‘’Bê Serok jiyan nabe’’ dawî li çalakiyên xwe anîn.