ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Marsîlyayê nobeda bêdawî ya li dijî tecrîdê
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber avahiya walîtiyê nobeda bêdawî destpê kir. -
Koordînasyona HDK-A encamên civîna xwe eşkere kir
Koordînasyona Hewldana Ewropayê ya HDK'ê (HDK-A) encamên civîna xwe ya roja 20'ê Tebaxê li Brukselê pêk anî, eşkere kir. -
Ji bo Kaya û Kizilkaya li pêşiya girtîgeha Metrîsê daxwaza azadiyê hat kirin
Rojnamevanên ku li pêşiya Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê girtina Midûrê Karê Nivîsê Înan Kizilkaya û Gerînendeyê Weşan Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundem Bîlîr Kaya protesto kirin, daxwaz kirin ku Kizilkaya û Kaya serbest bên berdan. -
Li Dûîsbûrgê qetlîama Dîlokê hate protestokirin
Kurdistaniyên li Dûîsbûrg û derdora wê dimînin, qetlîama Dîlokê protesto kirin. -
Heyeta ku di pêşengtiya Demîrtşa de li Başûrê Efrîqa ye
Heyeta HDP’ê ya ku di pêşengtiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş de, li Başûrê Efrîqayê rêze hevdîtina li dar xistin. -
Malperên JINHA û DÎHA’yê ji aliyê BDT’ê ve hatin qepetkirin
BTK’ê di der barê malperên JINHA û DÎHA’’yê de biryara girtinê dan. -
HDP: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan rola xwe bilîze
HDP: Divê ev rêya bi xwîn, cudakarî û qûtkirinê bi dawî bibe. Divê bi hev re bi cesaret, biryardarî ji bo vê rewşê bêjin ‘Êdî Bese’. Em carekî di bi fersendekî bi vî awayî re hevrûn e. -
Tecrîd û komkujiya Dîlokê li Rûsyayê hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li navçeya Pervamaysk a bajarê Rûsya Saratovê dijîn, bi daxuyaniyeke çapemeniyê fikarên xwe yên li ser rewşa ewlekarî û jiyan Ocalan û tecrîdê anîn ziman. -
Biryara sosret a Rewşa Awarte : Der barê hejmarên taybet ên Atilimê de ku hê derneketine, biryara berhevkirinê hate dayin
9. Hakimtiya Sûlh Ceza ya Stenbolê, der barê hejmarên taybet ên Atilimê de ku yên duh û yên hê derneketine, biryara berhevkirinê da. -
Komkujiya li Dîlokê li bajarên Ewropayê tê şermezarkirin
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, bi çalakiyan komkujiya li Dîlokê şermezar dikin. -
Li Şirnex, Îzmîr û Erzîromê operasyonên qirkirina siyasî
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, Îzmîr û Erzîromê gelek kes hatin binçavkirin, ku di nav de cîgirê Hevşaredaran û nûçegihanê DÎHA'yê jî hene. -
Di navbera artêşa Iraqê û çeteyên DAIŞ'ê de şer derket
Artêşa Iraqê danê sibehê li Giyareyê dest bi operasyonê kir. Di encama şerê li vir de nexweşxane û gelek cih ji çeteyan hatin paqijkirin. -
Asli Erdogan hê li hucreyê ye
Endama Desteya Şêwirmendiyê ya Ozgur Gundemê û nivîskara rojnameyê Asli Erdogan a ji aliyê dadgeriya Tirk ve hat girtin, li hucreya yek kesî tê girtin. -
Rojnameyeke nû dest bi weşanê kir
Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî (Demokrasiya Azadîxwaz) li Tirkiyeyê dest bi weşanê kir. -
Greva birçîbûnê ya Êzidiyan a li ber CPT wê bi daxuyaniyeke çapemeniyê destpê bike
Meclîsa Şengalê ya li Dîasporayê, ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber avahiya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) îro dst bi greva birçîbûnê dike. -
Nobedarên PJAK'î: Ocalan hêviya aştiyê ya mirovahiyê ye
Nobeda Azadiyê ya li ber avahiya Konseya Ewropa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin, dewam dike. Nobedarên vê hefteyê welatparêzên ji Rojhilatê Kurdistanê ne. -
Tecrîd li Torîno hat şermezarkirin
Li bajarê Torîno yê Îtalyayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyekê hat şermezarkirin. -
Komkujiya li Dîlokê li gelek bajarên Ewropayê hat şermezarkirin
Komkujiya li Dîlokê li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyên girseyî hat şermezarkirin. -
Çeteyên DAIŞ’ê ji gundên Şehbayê gelek sivîl revandin
Çeteyên DAIŞ’ê ji 4 gundên herêma Şehbayê bi giştî 142 welatiyên sivîl ên ji hemû pêkhateyan revandine. -
Kaya û Kizilkaya hatin girtin
Gerînedeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundem Bîlîr Kaya û Midûrê Karê Nivîsê Înan Kizilkaya hatin girtin. -
Kizilkaya: Nûçeyên ku dezgehên din ên çapemeniyê naweşînin, em diweşînin
Midûrê Karên Nivîsê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya di parastina xwe de got; “Ji ber xwendevanên me dixwazin bûyeran ji hêla PKK û KCK’ê jî bibînin, em van nûçeyan diweşînin.” -
Ji bo Asli Erdogan ‘Nobeta Azadiyê’ hate destpêkirin
Ji bo nivîskar Asli Erdogan a girtî, “Nobeta Azadiyê” hate destpêkirin. Li vir Mûrathan Mûngan wiha axivî; “Hûn ji bo gurkirina şer çi dikin bikin, em dîsa jî li rex aştiyê cih bigirin.” -
Piştî bûyerên dawî Mesûd Barzanî wê biçe Enqerê
Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bi mebesta hin têkiliyan deyne wê biçe Enqerê. Tê payin ku Barzanî bi Serokkomarê Tirk Erdogan û Serokwezîrê Tirk Yildirim re hevdîtinê bike. -
Dosyaya komkujiya Roboskî çû DMME
Malbatên 34 kesên ku di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dayin, ji ber ku daraza Tirk ser komkujiyê digire, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. -
‘Wê çapemeniya azad û piştevaniya me bi ser bikeve’
Atilim û Ozgur Gundem: Çapemeniya azad ya hewl dide dengê doza wekhevî û azadî ya gelan gûr bike, bedelê wê çi dibe bila bibe wê bêdeng nebe, her tim wê bibe dengê bindestan.