ROJANE
Hemû Nûçe
-
Nerazîbûna Berdevkê Pentagonê Cook a li ser dagirkirina Cerablûsê
Berdevkê Pentagonê Cook nerazîbûn nîşanî dagirkirina Cerablûsê da û banga rawestandina şerê li herêmê kir. -
Li Kerbelayê bombeya zindî êrîşî dawetekê kir
Li bajarê Kerbelayê yê Iraqê, derengiyê şevê li dijî dawetekê êrîşeke xwekuj pêk hat. Tê gotin, 18 kesan ji ber vê êrîşê jiyana xwe ji dest dane. -
Kav: Divê saziyên navneteweyî li dijî tecrîdê bi erka xwe rabin
Siyasetmedar Fûat Kav nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan da û bang li saziyên navneteweyî kir, ku erka xwe rabin. -
Hevkariya Sûç a AKP û DAIŞ'ê - Selahattîn Erdem
Artêşa Tirk di 24’ê Tebaxê de Cerablûs dagir kir, ev dagirkerî delîleke nû ya hevkariya suçên AKP û DAIŞ’ê ye. Belê, artêşa Tirk ketiye Cerablûsê û dagir kiriye, lê ya pêkhatî dişibe Serkestina Pîrûsê. -
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê: Em ji bo Ocalan têkoşînê geş bikin
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê gotin, "Agahînegirtina ji Rêberê me tê wateya rîska tenduristî û ewlekariya wî. Rojeva me ya bingehîn azadiya Rêberê me ye." Girtiyan banga geşkirina têkoşînê li her kesî kir. -
Ji bo SGDF li Kolnê çalakiya piştgiriyê hat lidarxistin
Binçavkirina hevserok û endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), ku ji ber pêkanînên Rewşa Awarte li Îzmîrê hatin binçavkirin, li bajarê Koln ê Elmanyayê hat şermezarkirin. -
Nivîskar Vedat Turkalî jiyana xwe ji dest da
Nivîskar Vedat Turkalî jiyana xwe ji dest da. Keça Turkalî Denîz Turkalî bi rêya medya civakî ragihand, ku bavê wê jiyana xwe ji dest daye. -
Şehîd li Hagenê hat bîranîn
Yek ji kadroyên destpêkê yên tevgera azadiyê Mecît Gumuş jî li bajarê Hagenê hatin bîranîn. -
Dagirkirina Cerablûsê li Ewropayê tê şermezarkirin
Dewleta Tirk a ku Cerablûs dagir kiriye, li Ewropayê bi çalakiyên girseyî tê şermezarkirin. -
Li Aachenê çalakiya protestoyê
Li ser banga “Çalakiya Lezgîn” a Kongerya Civaka Kurdistaniyên Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) Kurdistanî û dostên wan ên ku li bajarê Aachen ê Elmanyayê dijîn çalakiyek li dar xistin. -
Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 6. de ye
Greva birçîbûnê ya ji aliyê Meclîsa Diaspora ya Şengalê bê dem û dorveger ya li Strasboûrgê bi armanca naskirina statûya Şengalê di navneteweyî de bê naskirin û bi lezgîn bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin, di roja 6. de ye. -
Li Strasboûrgê ji bo gerîlayê HPG’ê Kûrûpinar bîranîn
Ji bo gerîlaya HPG’ê Aysel Kûrûpinar (Besê Tolhildan)a ku 2’yê Tebaxê li Mûşê jiyana xwe ji dest dabû, li Strasboûrg a Fransayê bîranînek hate lidarxistin. -
Hevkariya Sûç ya AKP û DAÎŞ’ê…selahaddîn Erdem
Artêşa Tirk di 24’ê Tebaxê de Cerablus dagir kir, ev dagirkerî delîleke nû ya hevkariya suçên AKP û DAÎŞ’ê ye. Qaşo oparasyona Cerablusê ya ku medya Tirk hinde pesna wê dide, li Cerablusê bê ku fişekek bê teqandin artêşa Tirk ketiye Cerablusê. -
Ji bo azadiya Ocalan li Niceyê çalakî
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Nice ya Fransayê bi meş û mîtîngekê hate şermezar kirin. -
Çapemeniya dinyayê komkujiya sivîlan a Cerablûsê weke flash ragihand
Komkujiyên artêşa Tirk a bi mebesta têkbirina destkeftiyên Kurdan, li Rojava, di çapemeniya dinyayê de weke nûçeya flashê hate ragihandin. Di nûçeyan de tê gotin, Tirkiye bi taybetî YPG’ê hedef digire, YPG ya ku li dijî DAIŞ’ê bi hîkarî şer dike. -
Artêşa Tirk li gundê Sirêsat komkujî pêk anî
Artêşa Tirkiyeyê, piştî gundê El-Kûsa yê Cerablûsê û şûn de li gundê Sirêsat komkujî kir. Di êrîşê de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan. -
Tirkiye di ber Qirkirina Ermenan de şantaja Încîrlikê dike
Piştî krîza penaberan têkiliyên qirêjî yên hikûmetên Tirk û Elman ku ji rojevê nakevin, di ber Bargeha Încîrlîkê de li ser pêşnûmeya Qirkirin Ermenan bazar didomin. -
Di roja 6. a binçavkirinê de hevdîtina bi parêzeran re pêk hat
Di roja 6. de endamên ESP’ê û SGD’ê ku 23’yê Tebaxê hatibûn binçavkirin bi parêzerên xwe re hev dîtin. -
KCDK-E banga çalakiyan li Kurdên li Ewropayê kir
KCDK-E li hemberî dagirkeriya artêşa Tirk a li Rojavayê Kurdistanê û komkujiya li gundekî Cerablûsê kir, ku di encame de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan, banga çalakiyan kir. -
TŞYG: Li Trabzonê 3 tîmên taybet hatin kuştin
Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) da xuyakirin, ku di encama çalakiya hêzên wan a li navçeya Maçka ya Trabzonê de 3 polîsên tîmên taybet hatine kuştin, gelek jî birîndar bûne. -
Fermandarê Giştî yê Zêrevanên Xabûrê jiyana xwe ji dest da
Fermandarê Giştî yê Meclîsa Zêrevanên Xabûrê Basil Taliya (Akad) li Şedadê ji ber teqîna mayînê jiyana xwe ji dest da. -
Li Îzmîrê ev 5 roj in nahêlin ku sosyalîst parêzerên xwe bibînin
Endamên ESP’ê, SGD’ê yên ku li Îzmîrê 23’ê Tebaxê bi serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin hê jî di bin çav de ne û nahêlin ku bi parezerên xwe re hevdîtinê bikin. -
Tecrîd li Swîsre û Fransayê hat şermezarkirin
Çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, berfireh dibin. Li Swîsre û Fransayê bi vê armancê çalakî hatin lidarxistin. -
Tûncel: Dagirkirina Cerablûsê wê çareseriyê bêhtir bixitimîne
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel diyar kir, dagirkirina Cerablûsê ji aliyê Tirkiyeyê ve, wê çareseriyê bêhtir bixitimîne. Tûncel hikûmeta AKP'ê hişyar kir û got, "derhal dest ji vê helweste xetere berde." -
Çalakgerên greva birçîbûnê hatin agahdarkirin
Greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrgê, ku ji aliyê Meclîsa Şengalê ya li Dîasporayê ve hatiye destpêkirin û daxwaza hevdîtina bi Ocalan re û naskirina statuya Şengalê tê kirin, di roja 6. de ye.