ROJANE
Hemû Nûçe
-
AKP'ê bi rêya Rewşa Awarte dest danî ser şaredariyan
Hikûmeta AKP'ê, qanûna 'bicihkirina qeyûman li şaredariyan' ku ji rojeva Meclîsê derxistibû, bi biryarnameya xwedî hukmê qanûnî, xist meriyetê. -
Bi hezaran Vedat Turkalî ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kirin
Nivîskar û şoreşgerê mezin Vedat Turkalî, bi merasîmekî bi beşdariya hezaran, li gel hevjîna wî Merîh Pîrhasan bi dengê wî “Li benda me be Stenbol” ve hate definkirin. -
Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê bi piştgiriyên kom bi kom dewam dike
Greva birçîbûnê ya ku Meclîsa Dîasporaya Şengalê daye destpêkirin, di roja 10’emîn de didome. Çalakiya Greva Birçîbûnê bi piştgiriyan berdewam dike. -
Merasîma cenazeyê Vedat Turkalî
Ji bo nivîskar, wêjevan, kedkarê sînemayê û dostê Kurdan Vedat Turkalî merasîmeke girseyî hat lidarxistin. -
Kurdistanî ji bo Ocalan li Stockholm û Parîsê daketin kolanan
Li paytexta Swêd Stockholmê û li paytexta Fransa Parîsê tecrîd hat şermezarkirin û daxwaza azadiya Ocalan hat kirin. -
Di Meşa Dirêj de berxwedana Bakurê Kurdistanê hat silavkirin
Meşa Dirêj a ciwanên Kurd di roja duyemîn de ye. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî destek da meşê. Di meşê de berxwedana li Bakurê Kurdistanê hat silavkirin. -
Civaka Baweriyan a Mezopotamyayê ji bo festîvala li Kolnê banga tevlîbûnê kir
Civaka Baweriyan a Mezopotamyayê, ji bo meş û mîtînga 3'ê Îlonê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê banga tevlîbûnê kir. -
Li greva birçîbûnê ya li Atînayê çalakgerên biçûk
Li paytext Atînayê, çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Ocalan dewam dike. Zarokên çalakgeran jî destekê didin çalakiyê. -
Du sal û nîv cezayê girtîgehê li Kenan Baştû hat birîn
Siyasetmedarê Kurd Kenan Baştû, ku li bajarê Celle yê Elmanyayê ji 'endametiay PKK'ê tê darizandin bi cezayê girtîgehê yê 2 sal û nîvan hat cezakirin. -
Muslim li PE axivî: Divê YE li ber dagirkeriya Tirkiyeyê rabe
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim li konferansek li PE axivî û got, "Divê welatên Ewropayê li ber dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Rojava rabin." Muslim da xuyakirin, ku belgeyên li ser alîkariya Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê, li ber destê wan e. -
Saziyên Kurd ên li Rûsyayê ji bo Rojava bang li hêzên navneteweyî kirin
Saziyên Kurd ên li Rûsyayê bi hev re daxuyaniyek dan çapemeniyê û bang li Rûsya, welatên rojavayî û hemû hêzên navneteweyî kirin, ku li ber dagirkeriya Tirk a li Rojavayê Kurdistanê rabin û destekê bidin QSD'ê, ku rûmeta mirovahiyê diparêze. -
Li Agirî, Edene û Bedlîsê operasyonên qirkirina siyasî
Li Agirî û Edeneyê, polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser malan û gelek kes binçav kirin. Li Bedlîsê jî 5 kesên hatibûn binçavkirin hatin girtin. -
Dozgeriya Tirk xwest îfadeya 9 kesên destek dan Ozgur Gundemê bigire
9 rojnamevanên ku di çarçoveya kampanya 'Berpirsyariya Weşana Giştî ya Nobedar' de destek dan rojnameya Ozgur Gundemê, bi îdîaya 'propaganda rêxistina terorê' tên sûcdarkirin. Dozgeriya Tirk bang li van rojnamevanan kir, ku îfadeyê bidin. -
Dîe Lînke ji Merkel re got: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê derkeve
Partiya mûxalefeta bingehîn a Elmanyayê Dîe Lînke (Partiya Çep) daxuyaniyek weşand û bang li hikûmetê kir ku li pêşberî komkujiyên li Kurdan tên kirin, bêdeng nemîne. -
Li dijî peymanên qirêj ên YE-Tirkiyeyê wê li Berlînê çalakî bê lidarxistin
Peymanên qirêj ên Yekîtiya Ewropa bi taybetî jî hikûmeta Elmanya bi Tirkiyeyê re dikin, wê sibe li paytexta Elmanya Berlînê bi çalakiyekê werin şermezarkirin. -
Ji bo Yuksel Canli çalakiya li ber Meclîsa Eyaletê
Li ber Meclîsa Eyaletê ya li bajarê Kîel ê Elmanyayê, ji bo Yuksel Canli ya ku di 27'ê Tebaxê de li Artemêtanê di dema serdanê de hatibû binçavkirin, daxuyanî hat dayîn. -
Li Ewropayê çalakiyên li dijî tecrîd û dagirkirina Cerablûsê
Kurdistanî li gelek bajarên Ewropayê daketin kolanan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkirina Cerablûsê ji aliyê artêşa Tirk ve, şermezar kirin. -
Li Girtîgeha Bakirkoyê, qawîşên girtiyên PKK'yî lê bûn bi zorê hatin valakirin
Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê, bi bihaneya Rewşa Awarte qawîşên girtiyên PKK'yî lê bûn bi zorê hatin valakirin. -
Dogan: Koln li benda Kurdan e
Endamê Komîteya Amadekar a Festîvalê û Hevserokê NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan diyar kir, amadekariyên festîvalê qediyan e û got, "Divê her kes bi rengê xwe bên Kolnê." -
Polîsên Tirk bi ser navenda KCD’ê de girtin
Li Amedê polîsên Tirk bi ser avahiya navendî ya Kongreya Civaka Demokratîk de girtin. -
Leşkerên Tirk ên dagirker 2 sivîl qetil kirin
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Girê Spî 2 Rojavayî qetilkir, rê nade ku cenazeyên wan jî bên rakin. -
Çalakiya li Sîlîvriyê tevî Rewşa Awarte jî hate lidarxistin
Tevî hemû astengiya çalakiya ku li pêşiya Girtîgeha Sîlîvriyê ya ji bo Gerînendeyê Wewşana Giştî ya Ozgur Gundem Zana Kaya, Midûrê Karê Nivîsê Înana Kizilkaya û endama Desteya Şêwirmendiya Weşanê ya rojnameyê nivîskar Asli Erdogan hate lidarxistin. -
Necmiye Alpay hate girtin
Endama Desteya Şêwirmendiya Weşana Rojnameya Ozgur Gundem Nivîskara Zimanzaniyê Necmiya Alpay hate girtin. -
Girêva birçîbûnê ya Strasboûrgê kete roja 9’an
Girêva birçîbûnê ya ku ji hêla Meclîsa Dîasporayê Şengalê ve bi mebesta ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk were û statûya Şengalê were nasîn, li Strasboûrgê dabûn destpêkirin, kete roja 9’an. -
YPG’ê nasmameyên 9 şervanên xwe yên ku li şedadê jiyana xwe ji dest dane eşkere kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihand ku di berxwedan şerê Şedadê de yê li dijî çeteyên DAIŞ’ê, 9 hevriyên wan gihiştine şehadetê.