ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Hollandayê ji bo Ocalan dosya pêşkêşî Rêxistina Efû’yê kirin
Têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan tê meşandin dosyayek pêşkêşî Nûnertiya Rêxistina Efû’yê ya Hollandayê hate kirin. -
Doza parêzeran dest pê kir
Doza 50 kesî ku di nav wan de parêzerên endamên OHD’ê Ramazan Demîr û Aysel Acînîklî û endamên TUAD û rêveberê wê jî hene ku 7 ji wan girtî ne, li Dadgeha Cizayê Giran ê 14. a Stonbelê dest pê kir. -
'Divêtiyek e ku bi Ocalan re hevdîtin pêk were!'
Li Amedê li dijî tecrîda li ser Ocalan grev didome. Parêzerên mafên mirovan xwestin ku bi lezginî bi Ocalan re hevdîtin were kirin û gotin ev divêtiyek e. -
Kurdistaniyên li Lozan û Montrealê xwestin hevdîtin bi Ocalan re bê kirin
Kurdistaniyên li derveyî welat dijîn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin. -
Ji 'Rêveberên nobedar ên weşanê' yên Ozgur Gundemê hate xwestin ku îfadê bidin
Bangî 4 rêveberên weşanê yên ku piştgirî dabûne Ozgur Gundemê kirin da ku biçin îfadeyê bidin. -
Çete êrîşî Şêx Meqsûdê dikin
Komên çete yên 'koalîsyona neteweyî ya Sûriyeyê' ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine birêxistinkirin, êrîşî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dikin. Ji ber van êrîşan gelek sivîl birîndar bûn. -
Nobedarên vê hefteyê Kurdên ji Bremen-Bremerhavenê ne
Nobeda 'Ji Ocalan re azadî' ku zêdeyî 4 sal in ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê tê girtin, bi tevlûbûnên nû dewam dike. -
Pirtûka Ocalan li herêma Endulus a Spanyayê gelekî balê dikişîne
Li bajarê Cadîz ê herêma Endulus a Spanyayê, pirtûka Ocalan a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk ku bi zimanê Spanî hat wergerandin, hat nasandin. -
Tore: Siyaseta tecrîdê wê Erdogan têk bibe
Ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Çep a Tirkiyeyê Teslîm Tore got, eger Erdogan di polîtîkaya tecrîdkirina Ocalan de israr bike, ev yek wê Erdogan têk bibe. -
'Dem hatiye daxwaza Kurdan a ji bo statuyê bê nîqaşkirin'
Li Parlamenta Ewropayê, binpêkirina mafên mirovan a li Kurdistan û Tirkiyeyê hat nirxandin. Serokê Giştî yê ÎHD'ê li vir axivî û got, divê êdî mafê tevlîbûna li rêveberiyê yê gelekî ji 40 mîlyonî bê nîqaşkirin. -
Uca serdana çalakgerên grêva birçîbûnê ya Strasboûrgê kir
Greva Birçîbûnê ya ku li Strasboûrgê bi mebesta ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi lezgînî hevdîtîn pêk were û statuya Şengalê were nasîn tê lidarxistin, roja 15’an li pey xwe dihêle. -
Malbatên Berxwedêrên Sûrê greva birçîbûnê ziyaret kirin
Malbatên ji Berxwedêrên Sûrê Rozerîn Çûkûr, Ramazan Ogut, Cîhan Morgul û Gunduz Akmeşe, kesên ku beşdarî greva birçîbûnê bûne ziyaret kirin û wiha gotin: “Wê bi teqez bigihije serkeftinê.” -
‘Eger ku ji Ocalan agahî neyê standin wê veguhere tevgera gel’
Hevserokên HDP, KCD, HDK’ê bi mebesta destekê bidin 50 kesên ku ketine girêva birçîbûnê çalakger ziyaret kirin û gotin, ew li çalakiya ji bo Ocalan xwedî derdikevin û bang kir ku berxwedan were xurtkirin. -
Ji Greva birçîbûnê yan ‘Hest’ yan jî ‘Têbînî’
Li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a ku greva birçîbûnê ya li avahiya DBP’ê ya bajarê Amedê hatiye lidarxistin, tênivîsa yan ‘Hest’ yan jî ‘Têbînî’ hate danîn. -
'Diyar bû ku Cînayeta Dînk li ber çavê dewletê hatiye kirin'
Têkildarî lêpirsîna qetilkirina Rêveberê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê, Hrant Dînk de dîmenên nû derketin. Nayê zanîn bê ka çima dîmen aniha derketine holê. -
Di çalakiya 1'ê Îlonê ya li Dûîsbûrgê de tecrîd hat şermezarkirin
Di çalakiya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de, li Dûîsbûrgê li dijî tecrîda li ser Ocalan nerazîbûn hate nîşandan. -
TŞYG: Em bi ser faşîzmê ve bimeşin
Komîteya Rêveber a TŞYG'ê li dijî tecrîda li ser Ocalan, êrîşên dewleta Tirk û planên dagirkirina Rojavayê Kurdistanê banga berxwedana topyekûn kir. -
Nêzîkatî û gefên dewletê yên li Ocalan
Dewleteke ku di dema hevdîtina bi Ocalan re kujerên DAIŞ'ê şand Kobanê û bi 300 balafiran gef li Rojava xwar, niha radibe dibêje 'Di mijara ewlekariya Ocalan de pirsgirêk nîne'. Ev daxuyanî bêhna kesî fireh nake, berevajî hîn bêhtir teng dike. -
TAK'ê çalakiya li Antalya-Kemerê li xwe girt
TAK: Weke Teyrên Baz ên Azadiya Kurdistanê (TAK) em çalakiya li ser rêya bejahî ya Antalya-Kemerê li xwe digirin. Em careke din dibêjin; Tirkiye ne welatekî ewle ye." -
KCDK-E greva birçîbûnê ya li Amedê silav kir
KCDK-E, greva birçîbûnê ya li Amedê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, silav kir. -
Adîl Surger li Kolnê tê bîranîn
Ji bo gerîlayê HPG'ê Adîl Sunrger (Lecvan Mûnzûr) ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Kolnê, serdanên sersaxiyê tên kirin. -
ILPS'ê dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kir
Lîga Têkoşînê ya Navneteweyî ya Gelan (ILPS) dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Rojava û Sûriyeyê şermezar kir. -
Li Wan-Colemêrgê operasyona leşkerî
Li Wan-Colemêrg li derdora Qada Azadiyê operasyona leşkerî destpê kir. -
Li Îzmîr û Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
Li Îzmîrê polîsên ku bi ser buroya Ozgur Halkê de girtin xebatkara kovarê Rabîa Ozkaya, li Enqereyê jî polîsên ku êrîşî çalakiya piştgiriya bi greva birçîbûnê ya li Amedê hate lidarxisti, nûçegihanê DÎHA’yê jî di nav de gelek kes binçav kirin. -
Nûnerê Obama li Kobanê bi rayedaran re civiya
Nûnerê taybet ê Serokê DYA’yê Obama yê li dijî têkoşîna DAIŞ’ê, Brett McGurk ziyareta Kobanê kir û bi rayedaran re civiya.