ROJANE
Hemû Nûçe
-
Xebatkarên rojnameya Azadiya Welat hatin girtin
Xebatkarên rojnameya Azadiya Welat Şîrîn Çoban û Îlker Îlkan ên li Mersînê hatibûn binçavkirin, hatin girtin. -
HDP: Hay ji şelihandina li ser medyaya civakî hebin!
HDP’ê têkildarî şelihandina li ser medyaya civakî daxuyanî da. -
Alîkarê Hevserokên HDP'ê Altinors hat binçavkirin
Alîkarê Hevserokên HDP'ê Alp Altinors, li mala xwe bi serdegirtinê hat binçavkirin. -
Li Berlîn û Bochûmê çalakiyên protestoyî
Li bajarên Berlîn û Bochûm ên Elmanyayê, dagirkeriya dewleta Tirk a li Cerablûsê hat şermezarkirin. Di çalakiyan de daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat kirin. -
Hunermendan piştgirî dan greva birçîbûnê ya li Strasboûrg
Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a 5 endamên Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, di roja 18. de ye. Hunermendên Kurd ji bo piştgiriyê hatin serdana çalakgeran. -
KÎK'ê ambargo danî ser Şaredariyên DBP'yî
Saziya Îhaleyê ya Gelemperiyê (KÎK), Şaredariyên Artemêtan, Îpekyolû û Qelqeliyê yên DBP'yî, ku tê plankirin qeyûm li wan bê erkdarkirin, li derveyî sîstema malpera xwe ya înternetê hişt. -
Pîştî endamê PM yê DBP’ê hat berdan bi 5 deqeyan dîsa hate binçavkirin
Endamê PM yê DBP’ê Bayram Demîrhan, pîştî ku ji aliyê dozgeriyê ve hate berdan û şûn de dîsa hate binçavkirin. -
Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 17’an de ye: Rewşa tenduristiyê xirab dibe
Greva birçîbûnê ya ku Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bêdem-bêdorveger daye destpêkirin, di roja 17’an de bi tevlîbûnên nû didome, rewşa tenduristiya 5 rêveberên Êzidî yên bêdem-bêdorveger tevlî bûne jî xirab dibe. -
Hevşaredarê Hênê Zorlû hate binçavkirin
Hevşaredarê navçeya Hênê ya Amedê Abdurahman Zorlû, di serdegirtina polîsan a li ser mala wî de, hate binçavkirin. -
Ji HDP’ê berteka destpêkê ji bo qeyûmê: EM NASNAKIN!
Piştî wezîferdarkirina qeyûmên ji bo şaredariyên Sûr û Farqîn ên Amedê bertekên destpêkê HDP’ê nîşan da. Beştaş a HDP’yî, diyar kir ku hevşaredar, endamên meclîsê û gel qeyûman nas nakin. -
Demîrtaş bersiv da gefên Yildirim û Soylû
Demîrtaş bersiv da gefên Serokwezîr Yildirim û Wezîrê Soylû. Demîrtaş destnîşan kir, ku ew ê bi gelê xwe re li ber xwe bidin. -
Tecrîd li sê welatan hat şermezarkirin
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînin. -
Serokwezîrê Tirk fermana komkujiyên nû yên mîna Roboskî da
Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim ji waliyên xwe yên li 81 bajaran re axivî û bi gotina, "Ji bilî derbasbûna ji deriyên sînor, hemû derbasbûnên ji cihên din, derbasbûna dijminan e. Wê di cih de bersiv bê dayîn" fermana komkujiyên nû da. -
Fermandarê Jendermeyan li xwe mikur hat: Em di şerê man û nemanê de ne
Artêşa Tirk a ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê ji aliyê hêzên gerîla ve hatiye dorpêçkirin, derbên giran dixwe. -
Çawişekî din li Çelê hat kuştin
Çawişê artêşa Tirk ê bi navê Yavûz Mete, ku di şerê 3'ê Îlonê de li Çelê birîndar bû, mir. -
Xwendekarên Danîmarkî li ser nêrînên Ocalan axivîn
Li Zanîngeha Roskîlde ya Danîmarkayê, 'Konfederalîzma Demokratîk' hat nîqaşkirin û nêrînên Ocalan hatin nirxandin. -
TŞYG'ê bang kir: Em tecrîda li Îmraliyê ji holê rakin
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanên di şerê 22'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek weşand. -
Bayik: Rêya bi tenê berxwedan e
Bayik diyar kir, di her mijarê de sînorê sebr û tehemûla gelê Kurd heye, lê belê dema mijar Ocalan be, gelê Kurd li kesî guhdarî nake. Bayik got, "Rêbertî bandoreke ewçend kûr li jiyana gelê Kurd kiriye, ku ev gel dikare ji bo wî her tiştî bike." -
Tecrîda li ser Ocalan li Bîel û Rennesê hat şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Bîel ê Swîsreyê û bajarê Rennes ê Fransayê hat şermezarkirin. -
Çalakvanên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê li hember nêzîkatiya CPT’ê nerazîbûnên tund nîşan dan
Grêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji hêla Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê ve, bi mebesta ku bi lezgînî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nasîna statuya Şengalê li Strasboûrga Fransayê destpê kiribû, di roja 16’an de didome. -
Li Parîsê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez edalet hate xwestin
Li Parîsê bi daxwaza ku berpirsyarên qetlîama 9’ê Çileya 2013’an bên diyarkirin, çalakiya edaletê hate lidarxistin. -
Hêzên Şoreşger nasnameyên 6 şervanên xwe eşkere kir
Fermandariya giştî ya Hêzên Şoreşger nasnameya 6 şervanên xwe yên ku li herêmên Şehbayê jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir. -
‘Nûçegîhanên binçavkirî berdin’
Xwendevanên Fakulteya Ragihandinê ya Mêrsînê, xwestin ku nûçegîhanên binçavkirî yên Evrenselê bên berdan. -
Wêneyên hovîtiya AKP’ê li PA’yê hatin nîşandan
Wêneyên hovitiya dewleta Tirk ku li Bakurê Kurdistanê pêk anî, li Parlamentoya Ewropayê (PA) hatin nîşandan. Pêşangah ji hêla nûnertiya HDP Ewropa ve hatiye organîzekirin û wê heftiyekê dewam bike. -
CPT bêyî serdana Îmraliyê bike vegeriya
CPT ya ku ev hefteyeke li Tirkiyeyê ye û der barê êşkenceyê de lêkolînan dike, li gel ewqas daxwaziyan jî bêyî ku biçe Îmraliyê, ji Tirkiyeyê çû.