Hunermendan piştgirî dan greva birçîbûnê ya li Strasboûrg
Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a 5 endamên Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, di roja 18. de ye. Hunermendên Kurd ji bo piştgiriyê hatin serdana çalakgeran.
Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a 5 endamên Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, di roja 18. de ye. Hunermendên Kurd ji bo piştgiriyê hatin serdana çalakgeran.
Greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, ku ji bo pêkhatina hevdîtina bi Ocalan re û naskirina statuya Şengalê hat destêkirin, di roja 18. de ye.
Gelek hunermend, ji bo piştgiriyê bidin 5 çalakgerên ji Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, hatin serdanê. Di dema serdanê de bi dehan Kurdistanî jî hebûn. Hunermendan ji rêveberên Êzidî yên di grevê de ne stran û sirûd gotin.
Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger ji aliyê yek ji rêveberên Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Fîkret Îgrek, Peşîmam Ekrem Denîz, Bozo Bacinî, Beşîr Êzidî û Berxwedan Kahraman ve tê meşandin. Herî dawî komek ji 8 endamên Koordînasyona Ewropayê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) duh tevlî greva birçîbûnê bû. Ji roja Duşemê ve komek ji endamên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) jî bi armanca destekdayînê di grevê de ne.
HUNERMENDAN KONSER DAN ÇALAKGERÊN ÊZIDÎ
Duh êvarê Ozan Seyîdxan, Ozan Şemdîn, Sosin, Peywan Arjîn, Cewad Merwanî û gelek hunermendên din hatin serdana çalakgeran.
Di dema vê serdanê de bi dehan welatparêzên Kurd ên ji bajarên Elmanya û Fransayê hatin, amade bûn. Hunermendan dan xuyakirin, ku ji bo aştî pêk were, divê fikarên kûr ên gelê Kurd ên li ser rewşa Ocalan bên rakirin û ji bo vê jî bal kişandin ser girîngiya pêkhatina hevdîtinê. Hunermendan ji saziyên navneteweyî jî xwestin, daxwaza naskirina statuya Şengalê bibînin.
Hunermendan piştre ji bo çalakgeran û Kurdistaniyên hatine serdanê re konserek dan. Li vê derê, stran û sirûdên li ser şoreşa Kurdistanê hatin xwendin.