Merasîma cenazeyê Vedat Turkalî
Ji bo nivîskar, wêjevan, kedkarê sînemayê û dostê Kurdan Vedat Turkalî merasîmeke girseyî hat lidarxistin.
Ji bo nivîskar, wêjevan, kedkarê sînemayê û dostê Kurdan Vedat Turkalî merasîmeke girseyî hat lidarxistin.
Hevseroka HDP'ê Yuksekdag li merasîma cenazeyê nivîskar Turk alî axivî û got, "Heta nefesa xwe ya dawî ji bo azadiya gelên cîhanê li ber xwe da." Demîrtaş jî got, "Ji bo aştiyeke bi rûmet, kedeke mezin da."
Ji bo nivîskar Vedat Turkalî li mizgefta Teşvîkiye merasîmek cenaze hat lidarxistin.
Hevberdevkên HDK'ê Gulîstan Koçyîgît û Ertûgrûl Kurkçu, Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Parlamenterê HDP'ê û Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, Hevseroka DBP'ê Sebahat Tûncel, endamê Desteya Serokan a ODP'ê Alper Taş, Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Gursel Tekîn, Hevserokê KESK'ê Lamû Ozgen, parlamenterên berê Akin Bîral û Ûfûk Ûras, Hevşaredarê Agiriiyê Sirri Sakik, nivîskar Mûrat Belge, Gulten Kaya, lîstikvan Hale Soygazî û gelek kes tevlî merasîmê bûn.
Ciwanên DEV-LÎS'ê bi tîşortên Che Gûevara tevlî merasîmê bûn û wêneyên Turkalî bilind kirin.
DEMÎRTAŞ: KEDA WÎ JI BO AŞTIYEKE BI RÛMET BÛ
Demîrtaş got, "Em di rojeke watedar de wî dispêrin axê. Ji bo aştiyeke bi rûmet kedeke gelekî mezin da. Em wî di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de vedişêrin. Mîrateya wî ji me re hişt, ji bo me ferman e. Mirovên mîna wî difikirin, wê aştiyê bînin welatê me. Dibe ku ji aliyê fîzîkî ve ji nav me koç kiriye, lê belê bi berhemên xwe wê her tim di nava civakê de be."
Sirri Sureyya Onder jî got, "Me hevrêyê xwe ji dest dan."
YUKSEKDAG: JI BER KU EM HEVRÊYÊN WÎ NE, EM SERBILIND IN
Yuksekdag jî bersiv da pirsên rojnamevanan û got, "Turkalî ji bo me, kesekî dîrok, roja îro û siberoj temsîl dikir bû. Em bi helbest, roman û gotinên wî, bi hişmendiya wî zane bûn. Ew mirovekî berxwedêr bû. Heta nefesa xwe ya dawî ji bo azadiya gelên cîhanê li ber xwe da. Ji ber ku em hevrêyên wî ne, serbilind in. Em wî di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de dispêrin axê."