BI DÎMEN

'Li dijî komên radîkal ên Îslamê bi kar tînin, divê tifaq bê avakirin'

Endamê Komeleya Lêkolînên Îslamî û Hîndekarê Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Hîlwan a Misirê Dr. Mûhammed Al Şehat Al Cinêdî ji ANF'ê re axivî...

Endamê Komeleya Lêkolînên Îslamî û Hîndekarê Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Hîlwan a Misirê Dr. Mûhammed Al Şehat Al Cinêdî da xuyakirin, ku komên radîkal ên li Rojhilata Navîn bûne sedem ku Îslam şaş bê fêhmkirin û destnîşan kir, ku divê li dijî van koman yekîtî were vakirin. Cinêdî xwest, destek ji Kurdan re bê dayîn ku li dijî van komên radîkal şer dikin.

Endamê Komeleya Lêkolînên Îslamî û Hîndekarê Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Hîlwan a Misirê Dr. Mûhammed Al Şehat Al Cinêdî ji ANF'ê re axivî...

Al-Cinêdî  di axafina xwe de bal kişand ser şerê li welatê Ereban di bin navê 'bilindkirina ala Xwedê' de tê meşandin û got, "Dibêjin ev şer şerê cîhada ji bo Xwedê ye. Lê ev ne rast e. Ji ber ku ew komên di bin navê Xwedê û bi kirasê ol de xwe vedişêrin, armancên wan hene. Armancên wan çi ne? Sulte, Pere Sermayedarî û Bindestkirin e. Sembola Îslamê ji bo tevlîkirina ciwanan bi kar tînin. Lê, Mixabin wan zirara herî mezin gihandin Îslamê ya ku bingeha wê hevborîn, aştî û jiyana hevbeş bû."

KOMÊN RADÎKAL RENGEKÎ NEYÊNÎ DAN ÎSLAMÊ

Al-Cinêdî di axaftina xwe de tekez kir ku ev komên radîkal rengekî şaş ji bo Îslamê gihandine derve, ew rengê zordarî ya ku di bin navê Îslamê de bi kar tînin ew e ku Îslam ji çekê zêdetir tiştekî din nas nake, ango dema bi kesî re dikevin nakokiyê, çareseriya wê bi çekê li hember aliyê din bi kar tînin ku 'ez te tune bikim'.  Al-Cinêdî wiha pê de çû; "Ev têgîna ku van koman gihandine dewletên derve û ev tişt li derve li ser Îslamê tê gotin. Dibêjin ev Misliman in, olperest in, di nav hev de li hev nakin, di nav wan de du nerînên cuda hene, li hev didin, ango hev dikujin ku aliyek nêrîna xwe bi ser bixe. Mixabin ev e rewşa dewletên Ereb."

ÎSLAM LI SER MILÊ EREB Û KURDAN AVA BÛ

Al-Cinêdî got, ola Îslamê, ola hevlêborîn û hevbeşkirina jiyanê ye û ji destpêka aloziyê ve ew li beramberî bûyerên ku diqewimin matmayî ye, ev kom wêneyeke şaş ji bo Îslamê didin û wiha dom kir: "Ji xwe tê zanîn ku ji destêkê ve, dema dewleta Îslamê ava bû, di serdema hezretî Pêxember de, ne tenê Ereb hebûn, Faris jî hebûn ku Selman Al-Farisî tê nasîn. Ev tê wateya ku Îslam oleke pir neteweyan dihewîne û Kurd jî ketin nava Îslamê. Li gorî têgehên Îslamê, em hemû bira ne, Qur'ana Pîroz negotiye: 'Ereb tenê Bira ne', lê gotiye: 'Mirovên bawermend bira ne'. Eger baweriya me bi Xwedê heye, wê demê em birayên hevdu ne.

Komên Radîkal hewl didin sîstemek li gor xwe bidin afirandin û rêka herî hêsan ji bo wan jî ew e ku neteweya Erebî ya nêzî Îslamê bidin pêş. Ji bilî Ereban jî ti kesî qebûl nakin, Kurd na, ne girîng in, pêwîstiya me bi wan tine, ev ne rast e. Îslam li ser milê Kurd û Ereb û Teteran ava bûye, bi keda hemûyan ava bûye. Ola Îslamê bi hemû pêkhateyan ku di hundirê xwe de dihewîne û her kesek tê de mafê xwe divê, ev wateya hemwelatiyê ye ku di belgeya Medîne AL-Mûnewere de hatiye nivîsandin û hezretî Pêxember Muhemed pêk aniye. Di wê çaxê de belgeya mafê hemwelatiyê dane rengan tevî ku ne Misliman bûn, di wê demê de hemû pêkhate bi hev re di nav aştiyê de bûn."

AL-Cinêdî bal kişand ku ne tenê ji derve piştgiriya serçeteyên komên radîkal tê kirin, lê hin hizrên şaş di hundir de di nav ramanên Ereban de jî hene û wiha pê de çû, "Ev metirsiyeke pir mezin e. Dema aliyên derve bixwazin destwerdanê bikin, ger hevgirtinek navbera me de hebe, bandora destwerdanê namîne, lê niha hevgirtinek di navbera me de tine ye. Aliyên derve dikarin me  bera hevûdu bidin, dibêjin ev Kurd e û yê din Ereb e, Ereb ji yê Kurd  re dibêje ev xaka min e, bi vî awayî bi me dilîzin, hindek bi lîstok û fitneyên wiha têne xapandin."

DIVÊ PÊŞÎ LI RADÎKALÎZMÊ BÊ GIRTIN

Al-Cinêdî destnîşan kir ku pêwîst e saziyên olî yekbûneke olî li hember radîkalîzmê bidin avakirin, û wiha berdewamî da axaftina xwe: "Mînaka wê li Misrê AL-Azher heye. Ew saziya Îslamî ya ku rast Îslamê dixwîne û şîrove dike, rasteqîniya AL-Azher heye û bandora wê li hemû Mislimanan heye. Divê ev sazî rastiya Îslamê derxîne holê.  Al-Azher ev erka daye destpêkirin, divê ti kes neyê înkarkirin.  Înkarkirin, neqebûlkirina pêkhateyên din e. Divê ev sazî hevlêborîna Îslamê ya ku di destpêkê de hate avakirin bide pêş. 

Al-Azher dest bi çêkirina materyalên nîvek û modern kirine, lê hê bidawî nebûye. Ew di asta navîn de ye, wê derbasî asta lîseyê jî bibe û pêwîst e derbasî zanîngehan jî bibe. Asta zanîngehan a herî girîng e. Ji ber ku komên radîkal her tim ciwanên di vî temenî de dixapînin. Divê li hember radîkalîzmê bê rawestandin."

KURD XWEDÎ DOZ IN Û DOZA WAN PARÇEYEK JI DOZA ME YE

Di dawiya axaftina xwe de Al-Cinêdî tekez kir ku ji bo nasîna hev avakirina têkîliyan karekî girîng e û ev baweriyekê di nav gelan de dide avakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Divê desteyên fermî di navbera saziyên olî yên Kurdan û Al-Azher de bêne çêkirin, ji bo ku nêrîn û daxwazên wan bigihêne Al-Azher û bêne nîqaşkirin. Bi taybet der barê şerê li hember radîkalîzmê, Kurd xwedî dozeke mafdar in. Doza wan parçeyeke ji doza me ye. Ji ber vê jî divê mabeyna me de tevkarî hebe ku em nêrîna dewletên derve ya li ser xwe biguherin."