Berxwedêra Cizîrê Sînem Bavlî li Dîebûrgê hate bîranîn
Sînem Bavlî ya ku li Cizîrê jiyan xwe ji dest dabû, malbata wê ya ku li Dîebûrg bi bîr anîn. Birayên Bavlî diyar kirin ku wê xwedî li têkoşîna xûşka xwe derkevin.
Sînem Bavlî ya ku li Cizîrê jiyan xwe ji dest dabû, malbata wê ya ku li Dîebûrg bi bîr anîn. Birayên Bavlî diyar kirin ku wê xwedî li têkoşîna xûşka xwe derkevin.
Li bajarê Dîebûrg ê Elmanyayê, di kesayeta Sînem Bavlî (Rûken Hoser)) a ku li di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane aktivîteyekî ya bîranînê hate lidarxistin.
Piştî eşkerekirina nasnameyan şervanên YPS’ê yên ku di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabûn û şûn de malbata Sînem Bavlî (Rûken Hoser) a li Dîesbûrgê dijîn konê sersaxiyê danî.
Bîranîna ku ji aliyê Meclîsa Gel a Dîesbûrg ve hate organîzekirin, 300 Kurdistanî beşdar bûn.
Di bîranînê de birayê Bavlî Bakî Bavlî axivî û wiha anî ziman: “Rûken şehîda hemû Kurdistanê ye. Em ê heta dawiyê şopdarê têkoşîna wê bin.” Birayê din Ata Bavlî jî wiha axivî: “Xûşka min bi daxwaza xwe beşdarî tevgera azadiyê bû û heta dilopa xwîna xwe ya dawî jî li Cizîrê şer kir. Dewleta Tirk li Cizîrê hemû çekên giran bi kar anî û qetlîam pêk anî. Em weke malbata Rûken serbilindin; em ê têkoşîna wê dewam bikin.”
Li ser navê KOMAW jî Ahemt Aktaş axivî û bal kişand ku tevî dewleta Tirk li Cîzîrê hemû çekên giran jî bikar anî jî, lê dîsa jî winda kir.
Di axaftinên li ser navê TJK-E’yê de jî hate kirin de berxwedana bi heybet a kesayetên ku di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane jî silav kirin û wiha got: “Em ê heta dawiyê di rêya birûmet a van berxwedêran de bin.”
‘EM Ê BI AWAYEKÎ HERÎ BAŞ BESIV BIDIN’
Endama Konseya Rêveberiya KCK’ê Newroz Cizîr bi rêya telefonê beşdarî bîranînê bû. Cizîre diyar kir ku Bavlî xwedî biyar û şervanekî herî cesaret û pêşketî bû. Cizîrî wiha got: “Wê bi awayekî herî baş bersiva van êrîşên hov ên dewleta Tirk û AKP’ê bê dayîn. Carekî din di kesayeta Mehemt, Asiye û Rûkenê de hemû şehîdên Cizîrê bi bîr tînim.”
Di dawiya aktivîteya bîranînê de sînevziyonek hate pîşandan. Ji aliyê CÎK’ê ve ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane mewlût hate dayîn.