Li Osmaniye di dema derbasbûna wesayîta polîsan de teqîn

Li Osmaniyeyê îro di saetên şevê de, di dema derbasbûna wesayîta polîsan de teqînek pêk hat.

Li devera Otoyola Şekerdere Vîyadugu a D400 Osmaniye- Dîlokê, di dema derbasbûna otobusa polîsan de teqînek pêk hat. Hat diyarkirin ku sedemê teqînê teqemeniya ku ji berê li ber rê hatibû bi cih kirin,pêk hatiye, piştî teqînê gelek polîs û jenderme sewqî cihê bûyerê bûn. Hat ragihandin ku di teqînê de kûştî û birîndar nîne, ji ber sedema teqînê lêgerîn û lêkolîna li ser rêya Otoyola D400 Osmaniye-Dîlok rê li tirafîkê hate girtin.

Piştî teqînê gelek wesayîtên zirxî jî hatin sewqkirin, li herêmê operasyon hate destpêkirin.