Rejîma Îranê girtiyê siyasî yê Kurd Mihemed Ebdullahî îdam kir

Girtiyê siyasî yê Kurd Mihemed Ebdullahî serê vê sibehê li gel 5 kesên din li girtîgeha Urmiyê hat bidarvekirin.

Li gor Navenda Mafê Mirovan a Kurdistanê, girtiyê siyasî yê Kurd Mihemed Ebdullahî li gel 5 kesên din bi sûcê madeyên hişber duh serê sibê ji bo pêkanîna cezayê darvekirinê ji hucreya takekesî ya girtîgeha Urmiyê re hatin veguhestin. Îro bi berbangê re girtiyê siyasî yê Kurd û 5 kesên din hatin bidarvekirin.

Yek ji endamên malbata girtiyê siyasî yê Kurd, Mihemed Ebdullahî nûçeya darvekirinê piştrast kir û ji Navenda Mafê Mirov a Kurdistanê re got ku serê sibehê cezayê darvekirina vê girtiyê siyasî yê Kurd û 5 girtiyên din pêk hatiye û ev girtî çûne ber sêdareyê.

Navê 5 kesên ku bi hinceta tîcareta bi madeyên hişber re hatine darvekirin wiha ne; Kamuran Pûrreft ji Pîranşehrê, Tewhîd Pûrmehdî ji Urmiyê, Emîr Ezîzî, Cehangîr Rezevîzade ji Urmiyê û Cibrayîl Kenanî ji Urmiyê.

Parêzerê Mihemed Ebdullahî Mistefa Ehmediyan beriya niha jî bi Navenda Mafê Mirovan a Kurdistanê re axivîbû û diyar kiribû ku der heqê dosya muwekîlê wî de ne edaletî heye û mafê mirovan hatiye binpêkirin.

Parêzer Mistefa Ehmediyan her wiha ji rayedaran xwestibû ku cezayê darvekirinê bidin sekinandin.

Mihemed Ebdullahî di roja 24’ê Gulana 2010’an ji aliyê hêzên Îtilaatê ve li Urmiyê hat gulebarankirin û birîndar bû û paşê hat binçavkirin. Hêzên Îtilaatê ew birin nexweşxaneyek leşkerî li Urmiyê û piştî çend seatan veguhestin navenda Îtilaata Urmiyê.

Mihemed Ebdullahî 35 salî, zewicî û ji bajarê Bokan ê ser bi Urmiyê ye. Bi behaneya ku alîkarî daye partiya Komele, ji aliyê dadgeha şoreşê ya Mihabadê ve cezayê darvekirinê jê re hat dayîn. Ev ceza roja yekşemê 3 Nîsana 2014’an bi awayekî fermî jê re hat ragihandin. Îro serê sibê jî ev ceza pêk hat.

Îranê heftiya bihorî jî di roja 2’ê Tebaxê 20 girtiyên Sune li girtîgeha Recayî Şehir a bajarê Kerecê ya ser bi Tehranê bi darvekirin.