Têkildarî sûcdarkirinên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên bi ser Elmanyayê de ku Elmanyayê qedexe kiribû bi weşana zindî tevlî mîtînga Kolnê ya 31’ê Tîrmehê bibe, Bartsch got, ‘’Em di pozîsyona şantajkirinê de ne’’. Bartsch dubar kir ku divê hikûmeta CDU-CSU-SPD ya di jêr seroktiya Merkel de ye, polîtîkaya xwe ya Tirkiyê biguherîne û got, rêya ku Elmanya tê re diçe, ji hêla Erdogan ve wê her were bikaranîn.
Dîetmar Bartsch got, li Tirkiyê hewl tê dayin ku dîktatoriya seroktiyê were avakirin û diyar kir li hemberî vê divê tevgerek çêbibe. Bartsch diyar kir, Koalîsyona Mezin ji vê re ne amade ye.
LI HEMBERÎ KURDAN ŞEREKÎ MEZIN HEY LÊ EM DENGÊ XWE DERNAXIN
Bartsch diyar kir, rexneyên wî yên li ser Tirkiyê ne tenê der barê girtinên giştî yên piştî darbeyê ne û bal kişande ser şerê li Kurdistanê ku tê birêvebirin. Bartsch wiha anî ziman: ‘’Lê em bêdeng in’’ berteka xwe nîşan da. Bartsch wiha axivî; ‘’Piştre jî Erdogan beg bi gotina ‘Piştevanên terorîstan’’ heqeretan li me dike’’
Bartsch diyar kir divê muzakereyên YE’yê yên li gel Tirkiyê divê zûzûka werin rawestandin, Peymana Penaberan were betalkirin, alîkariya malî ya di nav vê çarçoweyê de werin cemidandin û têkildarî peymanê jî got, ‘’ev di serî de şaş bû’’
Bartsch diyar kir, her çendî tê zanîn ku endamdiya Tirkiyê ya YE’ê niha ne pêkan e ku pêk were u li gel vê jî domdarkirina muzakereyan weke ‘’Kelevajî’’ navand. Bartsch got, li Tirkiyê dewleta hiqûqê bi temamî ji holê hatiye rakirin û diyar kir, ‘’û heke wê tiştekî wiha bibe, Ewropa jî nikare tenê temaşevan be û bibêje, ‘’Ji bo me ya girîng Peymana Penaberan e’’
LI GEL HIŞYARÎDAYIN Û GEFÊN AKP’Ê JÎ MUSTEŞAR WÊ BIÇE ENQERÊ
Bi taybetî li gel hemû hişyariyên muxalefetê, endamê Partiya Demokrat a Sosyal (SPD) Frank-Walter Steînmeîer, diyar kir, ji bo hevdîtinên bi Enqerê re wan musteşarê dewletê peywirdar kirine. Di daxuyaniya Seroktiyê de, wiha hate gotin: ‘’Em naxwazin tenê bi megafon û mîkrofanan biaxivin’’ û diyar kir, girîng e ku bi Tirkiyê re muzakere were kirin.