'Azadiya Ocalan daxwazeke mafdar e'

Ji nûnerên Platforma Biratiay Gelan a Yekîtiya Karkeran (BÎR-KAR) Sînan Yildiz nerazîbûn nîşanî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, azadiya Ocalan daxwazeke mafdar û rewa ye.

Ji nûnerên BÎR-KAR'ê Sînan Yildiz da xuyakirin, Erdogan û AKP bi dirûşma "ya wê serî bitewînin, ya jî em ê serê wan bieciqînin" li dijî Kurdan şer dikin û got, "Di zalimtî û hovîtiyê de sînoran ans nakin."

Sînan Yildiz diyar kir, ku yên di êvara 15'ê Tîrmehê de hewl dan darbeyê bikin, hevpar û hevalên duh ên AKP'ê bûn û got, "Bi salan her tişt bi hev re kirin. Her du jî dijminên xwînxwar ên Kurdan e. Her du jî nîjadperest in, şoven in. 'yek welat, yek al, yek ol, yek ziman, yek milet' dirûşma bingehîn a herduyan e."

Yildiz bibîr xist, ku her du alî jî hebûna Kurdan nas nakin û wiha dewam kir: "Mafên neteweyî yên Kurdan ji aliyê herduyan ve nayên naskirin. Herduyan bi xwînê, komkujî û qikririna siyasî û leşkerî bersiv dane têkoşîna gelê Kurd a ji bo mafên xwe. Rewş tevlîhev bû, lê şerê qirêj ê li dijî gelê Kurd hê dewam dike."

DI NAVA OSMANIYAN DE LÎSTIK GELEK IN

Sînan Yildiz destnîşan kir, ku yên dareb kirine û yên li Kurdistanê şer dikin û şer dimeşînin heman hêz in û got, "Komkujiay Roboskî bi fermana wan hat kirin. Operasyonên KCK'ê jî ji aliyê wan ve hatin kirin. Darbekaran Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Silopiya xera kirin, hilweşandin. Yên bombe li Qendîlê, li Rojava barandin ew in. Berpirsyarê tecrîda li ser Abdullah Ocalan ew in. Niha radibin dibêjin, eger ne ew bûna, eger wan negirtibûna, wê efserekî ji FETO Ocalan li Îmraliyê birevanda û qetil bikira. Bi kurtasî gelek çîrok û derewên namerdî tên kirin. Bi hev re operasyonên Ergenekon û Balyozê kirin. Serokê Fermandariya Giştî jî di nav de endamên artêşê yên ji her qedeemyê xistin girtîgeha Sîlîvrî. Dûre serbest berdan. Hemû bûyerên qewimîn xistin stuyê FETO ku niha ji wan re darbekar dibêjin. Ya ku divê ders jê bê derxistin ew e; leşkerên ku bi salan bi sûcdariya darbeyê li girtîgeha Sîlîvriyê ragirtin, niha bang li wan dikin ku bi wezîfeya xwe rabin. Osmanî ev e. Di nava Osmaniyan de lîstik gelek in. Bi salan e Erdogan û AKP vê bi van lîstikan dilîzin."

HÛN Ê BERPIRSYARÊN RASTÎ EŞKERE BIKIN?

Yildiz anî ziman, bi rabûna şoqa darbeyê re lîstikên Osmanî ji nû ve destpê kirine û wiha pê de çû: "Niha radibin ji gelê Kurd re qala çîrokan dikin. Dibêjin 'me ne kiribû, her tişt ji aliyê darbekaran ve hat kirin'. Baş e hûn ê çi bikin? Hûn ê vî şerê qirêj û bi xwîn bidin sekinandin? Hûn ê hesasbê vê zilm, xwîn, komkujî û pêkanînên qirêj tarî bidin? Hûn ê berpirsyarên rastî eşkere bikin?"

Yildiz wiha dewam kir: "Piştî Roboskî T. Erdogan gotibû 'min fermana da'. Yê mase qeliband û got, 'muzakereya çi, pirsgirêka Kurd nîne' Erdogan e. Yê ji qeymeqaman re got 'dest ji mewzûatê bedin, çi pêwîst be wê bikin' Erdogan e. Gotina 'Ya wê xendekan bigirin, yan jî em ê wan di xendekan de defn bikin' gotina Erdogan e. Yê fermana rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê da ew e. Bicihkirina qeyûman li şaredariyên li Kurdistanê, bi fermana wî ve tê kirin. Yê piştî Mutabaqata Dolmabahçeyê rabû bi hêrseke mezin got, 'mûxatabê çi' û bi gotina 'Îmraliya çi, Ocalanê çi' Ocalan li derve hişt, bêhtir tecrîd kir û nahêle hevdîtin pê re bê kirin Erdogan û desthilatdariya AKP'ê ye."

HETA ENCAM WERE GIRTIN, DIVÊ TÊKOŞÎN DEWAM BIKE

Yildiz da xuyakirin, ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derhal were rakirin, qedexeya hevdîtinê bê rakirin û got, "Azaiya Ocalan daxwazeke mafdar û rewa ye. Heta Tirkiye tecrîda li ser Ocalan rake û pêşî li hevdîtinan veke, pêwîste li Tirkiyeyê û li qada navneteweyî têkoşîn bênavber dewam bike. Azadiya rasteqîn û mayînde ya gelê Kurd, bi têkoşîna hevpar a li xeta yekîtiyê ya şoreşgeran û gelê Kurd, dibe. Ocalan jî wê çaxê dikare azad bibe. Weke BÎR-KAR'ê di nava vê têkoşînê de em ê her tim bi gelê Kurd re bin."