HDP'ê xwest bûyera li Serêkaniyê ji aliyê Meclîsê ve bê lêkolîn
Balûken bûyera kuştina 2 polîsan di Tîrmeha 2015'an de li Serêkaniyê bibîr xist û diyar kir, AKP di vê bûyerê de bi gumanbarî tevdigere. Balûken ji Meclîsê xwest li vê bûyerê bikole.
Balûken bûyera kuştina 2 polîsan di Tîrmeha 2015'an de li Serêkaniyê bibîr xist û diyar kir, AKP di vê bûyerê de bi gumanbarî tevdigere. Balûken ji Meclîsê xwest li vê bûyerê bikole.
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê û Parlamenterê Amedê Îdrîs Balûken, der barê bûyera 22'ê Tîrmeha 2015'an a kuştina 2 polîsan li Serêkaniyê de xwest, Meclîs bikeve nava tegerê.
Di pêşniyara ji bo lêkolînkirinê de Balûken bibîr xist, ku Serokkomar Erdogan mutabaqata Dolmabahçeyê red kir û di 5'ê Nîsana 2015'an de jî hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatin qutkirin û pêvajoya çareseriyê ji aliyê hikûmetê ve hat qedandin.
Balûken bal kişand Komkujiya Pirsûsê, ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de pêk hat û 33 ciwanên sosyalîst ên dixwestin alî Kobanê bikin bi xwînxwarî hatin qetilkirin.
Balûken da zanîn, ku heman piştî vê komkujiyê li navçeya Riha Serêkaniyê 2 polîs li mala xwe hatin kuştin û hikûmetê ev bûyer ji bo xwe weke hinceta destpêkirina şerê dijwar nîşan da.
Îdrîs Balûken diyar kir, ku ji bo ronîkirina vê bûyerê ti gav nehatiye avêtin, lê di şerê ji aliyê hikûmetê ve hat destpêkirin de heta roja îro bi hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dane.
Balûken ji Meclîsê xwest, bûyera li Serêkaniyê lêkolîn bike.