TŞYG: Em li dijî darbekerên faşîst xweparastina xwe pêş bixin

TŞYG: Li hemberî terora dewleta faşîst û komkuj, li hemberî pergala AKP’ê û MHP’ê ya nîjadperest, faşîst, dînî em xwe bi çek û rext bikin, xwe wekî Hêzên Berxwedana Yekbûyî birêxistin bikin.

 TŞYG: Li hemberî terora dewleta faşîst û komkuj, li hemberî pergala AKP’ê û MHP’ê ya  nîjadperest, faşîst, dînî em xwe bi çek û rext bikin, xwe wekî Hêzên Berxwedana Yekbûyî birêxistin bikin, xweparastina xwe ava bikin û qadên xwe yên otorîteyê ava bikin.

Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku şerê mabeyna navendên desthilatdar faşîst bi şerê darbe sivîl-dijdarbeya leşkerî ve gihiştiye merheleyek nû, ji bilî kûrbûna krîza rejîmê, sîstem bi hilweşînê re hevrû bûye.

TŞYG’ê destnîşan kir ku piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê Erdogan bi darbeya Qesrê ve hewl daye desthilatdariya xwe qayimtir bike, lê navendên nîjadperest, hêzên faşîst ên Gulenî û tifaqên wê ketine nav hewldaneke darbeya leşkerî û bi ser neketine, wiha dome kir; “Eger Konseya Yûrtta Sûlh karîba dest daniya ser desthilatdariyê, wê destûra bingehîn taloq bibûya, meclîs bihata betalkirin, partiyên siyasî û wekîl bihatana girtin û welat bi cûntayek leşkerî ya faşîst bihata birêvebirin.

 ‘BI HEWLDANA DARBEYA 15’Ê TÎRMEHÊ VE RÊVENEBIRIN GIHIŞTE ASTA HERÎ JOR’

Komîteya Rêveber a TŞYG’ê diyar kir, “Darbekaran wê ne tenê navendên desthilatdariyê di serî de Tevgera Azadiya Kurd wê hemû muxalefeta civakî ya şoreşger-demokrat ji xwe re bikirina armanc, bi karekterekî faşîst ku ne kêmî ya AKP-Erdogan wê bi pêş ve biçûna. Desthilatdariya Erdogan-AKP’ê weke ku berê jî kiribû, bi dijdarbeya xwe ya Rewşa Awarte, bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de, bi ji peywirgirtinan, binçavkirin, girin, zextan bi darbekaran re  heman rêyê dişopîne, xwedêgiravî ku li dijî darbeyê ye. Yek ji ya dî xirabtir e!” û destnîşan kir ku bi hewldana darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê ve krîza rêvenebirinê gihiştiye asta herî jor, cûntaya faşîst a Qesrê û cûntaya nîjadperest, mîlîtarîs, faşîst ketine nav şerê çekdarî. 
Komîteya Rêveber a TŞYG’ê bi bîr xist ku pêvajoyek darbe di nav darbeyê de heye, wiha dewam da daxuyaniyê; “Artêşa dîktator ji hev tert û belav bûye. Şerê di navbera klîkên desthilatdariya faşîst de, hêzên şer ên dîktator ji hêla moral ve têk birin. Krîza nerêveberiyê veguheriye kaosê. Şerê me yê şoreşger ê yekbûyî, tekane hêz e ku wê welêt û civakê ji vê kaosa kûrbûyî rizgar bike. Hişkere ye ku rewşa heyî wê ji nav xwe wê derfetên şoreşger bi awayekî herî xurt pêk bîne. Heke ev derfet û delîve di wextê xwe de, baş neyê nirxandin, şerê di navbera blokên faşîst de wê zêdetir kûr bibe wê rê li ber rizîbûneke civakî ku li salan belavbûyî, paşverûtiya siyasî veke.
Cûntaya qesrê ji bo destilatdariya xwe zexmtir bike hewl dide ku rewşê ji bo xwe binirxîne. Erdoganê faşîst û desthilatdariya AKP’ê bi revdeyên nîjatperest û dînî û bi amûra polêsan ku hişk bi rê ve dibe û kiriye weke artêşê, xwedî wê niyetê û armancê ne ku ber bi dîktatoriyeke bêhtir bi xwînê ve biçe. Pêkhatiyên dînî û faşîst ên wekî Osmanlî Ocaklarî, Tîmên Esadûllah vê rastiyê zelaltir nîşan didin. AKP daraz jî aniye wê astê ku bi hêsanî bi kar bîne. Hikûmet û meclîs ji xwe di jêr rêveberiya wî de ye. Heke rewşa heyî di îradeya şer a dîktator neyê şikandin, pêvajo wê kûrtir berdewam bike. Lê Erdogan û AKP bi tasfîyekirina dijberên ku qedera wan yek bû wê negihije encamên ku dixwaze rejîmê li gorî xwe saz bike. AKP jî, rejîm jî serdema xwe ya herî qels dijîn. Destwerdena şoreşger û demokratîk a hemû çewisandiyan û gelên me, wê dîktatoriya faşîst ku hewl dide bi darbeyan xwe domdar bike, hilweşîne.

 ‘AKP JÎ, REJÎM JÎ DI DEMA XWE YA HERÎ BÊHÊZ Û ZEÎF DE NE’

Lê niha rejîma darbeyê sazkar e ku Erdogan û AKP bi Rewşa Awarte ew sazkar kirine. Di bin derewa ‘’dijberiya darbeyê’’ de, bi MHP’ê re koalîsyoneke tam a faşîst ava kiriye, CHP’ê jî kişandiye cem xwe û hewl dide ku rejîma Rewşa Awarte rewa bide nîşandan. 
Ev jî nîşan dide ku Erdogan û AKP jî ji hemûyan bêhtir darbekar e û nikare bibe dijberê darbeyeke leşkerî. Îro her çendî hewldana darbeya leşkerî hatibe  tepeserkirin jî, darbeya qesrê bi Rewşa Awarte domdar e.
24’ê Tîrmeha 2015’an AKP’ê şerê giştî yê taybet da destpêkirin. Li Meclîsê destlênedana parlamenteran rakir. Zagona destlênedana leşkeran beriya darbeyê bi rojekê hate pejirandin.
Heman artêşekê piştî bi rojekê kete hewldana darbeyê. Kesên ku 15’ê Tîrmehê hewldana darbeyê kirin, her çendî li dijî Erdogan bin jî, bi demokrasiyê re ti têkiliya wan nîn e, berovajî vê, parazvanên aktîf ên êrîşa şerê giştî bûn û lehengên di çav de yên Erdogan bûn.

 ‘EV DARBE BÊYÎ DYA Û NATO’YÊ NIKARE BÊ FIKRANDIN’

Krîza rejîmê ya di nqada navnetewî û têkiliyên herêmî de, tepesernebûna berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê, têkneşikîna vîna gerîla, domdariya rewşa şoreşger a li rojava, û dîsa bi domdarî zêdekirina giranbûna Erdogan û AKP’ê ku yek ji navenda desthilatdariya faşîst e, bi sereqatî ji hêzê ketina hêzên paşverû yên nîjatperest, faşîst û hwd. ev hemû kirin ku di navbera darbekan re şerekî bi xwîn dest pê bike. Berjwendiyên DYA û NATO’yê jî û polîtîakayên wan darbeyê 15’ê Tîrmehê xurt kirin. Lewre jî ev darbe bêyî DYA û NATO’yê nikare bê fikrandin. Dema dîtin darbeker têk çûn, li gor vê jî helwestên xwe ji nû ve saz kirin.
Şertên êrîşên giştî û faşîst ev şerê darbeyê geş kir. Ji berk u hêzên azadiyê û demokrasiyê nekarîn AKP’ê bi paş ve bixînin, nekarîn pêşî lê bigirin ku li Tirkiyê darbe pêk were û derbasî Rewşa Awarte bibe. Şerê qirêj yê ku 24’ê Tîrmehê li Bakurê Kurdistanê dest pê kirî kete du saliya xwe, bi Rewşa Awarte re derbasî hebû Tirkiyê bû. 
Di navbera şerê blokên faş3ist de gelê me teqez ne aliyek e. Em weke gelên Tirkiye di pêvajoyeke wiha re derbas dibin ku derfetên şoreşê hene. Bi şerê dawî re, navendên faşîst û rejîma faşîst dema xwe ya herî qels dijî. 
Ji bo vê jî kedkar, karker, jin, ciwan, Elewî, Kurd û hemû çewisandî, gelên me, hemû hêzên demokratîk divê nebin alî di navera şerê leşkerî û nîjatperestên sivîl de. Divê qet radestî AKP’ê û rêveberiya Rewşa Awarte nebin. Tiştekî ku ev rejîma nîjatperest, faşîst a genî bide we nîn e. Ên ku bi terora dewletê û komkujiyan nekarîn encamê bistînin, di bin wan êrîşan de man ku wan bi hev re bi rê ve dibirin û serê hev xwarin. Divê hûn qet ji van hêviya tiştekî nekin. Heke şerê di navbera navendên nîjatperest, faşîst de domdar be, rejîm dirûxe, naxwe rewş şoreşî ye. Niha dema şoreşê ye!

‘PÊWÎST E HÊZÊN ŞOREŞGER, LI DIJÎ FAŞÎZMÊ ENIYA BERXWEDANÊ YA YEKÎTÎ Û DEMOKRATÎK AVA BIKIN’

Hemû şoreşger, hêzên demokratîk divê tevlî meşa yekîtiya şoreşger û berxwedana TŞYG’ê bibin û yekitiya şoreşger xurt bikin. Hemû hêzên demokratîk ên berfreh, jin, ciwan û rêxistinên kedkar, saziyên dijî faşîst, gelên me, divê Eniya Demokratîk û Yekbûyî ya li dijî Faşîzmê ava bikin. 
Hemû çewisandî em derkevin kolanan, çiyan û li her qadê hesên bipirsin. Li hemberî êrîşa giştî ya faşîzmê em bikevin berxwedana giştî. Ti mewzîyeke ku hatiye bidestxistin em bernedin, em hê mestir bikin. Li hemberî terora dewleta faşîst û komkuj, li hemberî pergala AKP’ê û MHP’ê ya  nîjatperest, faşîst, dînî em xwe bi çek û rext bikin, xwe wekî Hêzên Berxwedana Yekbûyî birêxistin bikin, xweparastina xwe ava bikin û qadên xwe yên otorîteyê ava bkin. Em eniya azadî û demokrasiyê ava bikin, ber bi serkeftinê ve biçin. Li hemberî vê pergala heya bi mêjiyê hestûyê xwe rizî bûye, bêhna xwîn û edabê jê tê, em desthilatdariya xwe ya yekbûyî û şoreşger ava biikin.”