Divê hewldana cuntaya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê û cuntaya dijber a AKP'ê li ser bingeha şoreşgerî baş bê têgihiştin û encamên pêwist jê bêne derxistin. Bûyer û geşedanên li Tirkiyeyê diqewimin, bi tenê bi şerê di navbera AKP û Cemaetê de nîne, ev nirxandineke teng û kêm e. Ya rastî tifaqa ku bingeha dewleta Tirk ava kirî, îro ji hev belav bûye. Bi eşkereyî tê dîtin ku dawî li dewlet-neteweya faşîst a 93'ê salan hatiye. Her wiha lazime mirov di vê çarçoveyê de li van bûyeran binêre û encamê jê derxîne.
Ji xwe desthilata AKP'ê beriya çardeh salan jî nişka ve nehate desthilatdarê, li dewsa koalîsyona sosyal demokrat, netewperwer û lîberalan a têkçûyî ji bo komploya navneteweyî bigîhine encamê, netewperweriya oldar a kevneperest hat wezîfedarkirin. Ev xeta ku di salên 2003 û 2005'an de têkçû, di sala 2007'an de li gel DYA'yê tifaq saz kir û bi ser neteweperestên Ergenekonê ve çû. Ev jî di heman demê de dihat wateya parvekirina desthilatê ya nû a di navbera AKP'ê û Cemaeta Gulen de.
Niha tê gotin ku Fetulahî ketine nav dewletê de. Di rastiyê de ev pênasekirin ne rast e. Ji aliyê hêzên wek AKP'ê ve bi zanîn di nav dewletê de hatin bicihkirin. Li ser vê bingehê, Cemaeta Gulen ya xwe di nav dewletê de bihêzkirî, piştî bi xwe bawer bû ku wê bi serê xwe bikare bibe desthilat, ji bo AKP'ê ji desthilatê bixe, ket nav tevgerê. Hewldanên 17 û 25'yê Kanûna sala 2013'an, gavên destpêkê yên vê tevgerê bûn, bi vî awayî hewldana cuntaya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê jî gavên dawiyê ne.
Di demeke ku sosyal demokrat, netewperwer û lîberal ji çav ketin û xeta Ergenekonê hatî perçiqandin de, netewperweriya kevneperest a li ser lingan mayî, tifaqa di navbera xwe de winda kirîn û bûyîn du beş, wisa jî ketin nav şerekî dijwar de. Ev şer di heman demê de şerê navbera hêzên global û hêzên dewleta faşîst yên Tirk e. Eger mirov bala xwe bidiyê, di hawira ku netewperweriya oldar û kevneperest di nav şer de ne, hêzên wek CHP û MHP'ê, ku êdî kevin bûyîn jî nikarin ti pêşveçûnê bidin nîşan.
Li aliyê din bûyerên ji 15'ê Tîrmehê ve diqewimin jî didin nîşan ku; her du hêzên dijber ên di nav şer de, hêzên xwe bi giranî winda dikin û ber bi têkçûnê ve diçin. Lewre yên ber bi têkçûnê ve diçin ne bi tenê ev herdu hêz in, di rastiyê de dewleta 93'ê saliya faşîst a Tirk e. Li vir em dikarin van herdu rastiyan bi zelalî bidin nîşan: A yekê; netewe-dewleta ku ev 93'ê sal in Kurdan înkar dikir, êdî pelişiye û berdewama wê ne pêkan e. Ya duduyan; Tevgera Fetulahî ya ku di encama hewldana cuntaya leşkerî de têkçû, derbeyeke giran girtiye.
AKP jî dixwaze ji van herdu encaman sûdê wergire û pergala xwe ya netewe-dewletê saz bike. Ya rastî dixwaze pergala heyî li ser bingeha neteweperwer a oldar ji nû ve ava bike. Dixwaze bi rêya Rêveberiya Awarte ya di 20'ê Tîrmehê de îlan kirî, vê armanca xwe jî bi ser bixe. Herwisa CHP û MHP'ê digire cem xwe û bi dûrkirina HDP'ê ve dixwaze bigihije encamê. Ango komara AKP'ê dijminê Kurdan e û îmha û înkara Kurdan ji xwe re kiriye armanc.
Êdî her kes li ser fikra ku netewe-dewleta 93'ê salî ya faşîst têkçûye li hev dikin. Di vê der barê de tevahiya hêzên siyasî xwediyê heman ramanê ne û cihêrengiyeke cidî li holê nîne. Pirs ev e ku; ka li dewsa pergala netewe-dewleta faşîst çi bê sazkirin? Têkoşîn û cudafikirîna bingehîn jî di vê xalê de derdikeve holê. Wisa diyar e ku wê ev rewş jî demeke dirêj bajo û nasandineke zelal jî nayê kirin.
Li ser vê bingehê di navbera AKP û MHP'ê de lihevkirin û hevkariyeke sedîsed heye. Tayîp Erdogan û Bahçelî wek du hevrêyên hemanqeder û hevraman tevdigerin. Li ser bingeha Tirk-Îslamê ji bo avakirina dîktatoriyeke faşîst hevpeyman in. Bêguman ev rewş xerab e, lê tê fêhmkirin. Lê desteka Kemal Kiliçdaroglu ya ji AKP'ê re him xerab e û him jî xulamtiya AKP'ê ye. Kiliçdaroglu berê wek gopalê AKP'ê bû niha jî ber bi xulamtiyê ve terfî kiriye. Tevgera Fetulahî jî derbeke giran xwariye.
Rewşeke wiha ji bo AKP'ê ya ku dixwaze pergala dewleta xwe ava bike fersendeke zêrîn pêşkêş dike. AKP bi gotineke din; ya kû li asîmanan lê digeriya, li ber lingê xwe dîtiye. Piştî têkçûna hewldana leşkerî ya 15'ê Tîrmehê û bi îlankirina rewşa Rêveberiya Awarte re, hêza veguherînê ya li ser civak û dewletê peyda kiriye. Li aliyekî hêzên wek MHP û CHP'ê digire cem xwe, li aliyê din bi awayekî bêsînor bi ser Fetulahiyan de diçe û ji bo êrîşên ser tevgera Kurd jî dixwaze hêzê berhev bike.
Di rewşa îro de ji bo Erdogan û AKP'ê fersendeke mezin hatiye li ber pêyin wan, lê dijwariyên mezin jî li pêş wan in. Lewre olîgarşiya leşkerî û siyasî bi tevahî felîşiye. Ji bo ji nû ve sazkirina dewletê, divê AKP vî sergoya li holê paqij bike. Dîsa her çiqas Tevgera Fetulahî derbên giran xwaribin jî, hêzên ku xwe dispêre wan zindî ne û her kêlî dikarin wek tehdîtên nû derkevin pêş desthilata AKP'ê.
Li aliyê din û ya girîng jî ev e ku li cem AKP'ê ti bername û planeke nû nîne. AKP dixwaze pergala netewe-dewletê ya faşîst li ser esasên olperest û faşîst ji nû ve sazkar bike. Ev jî tê wateya hewldana dubare zindîkirina pergala têkçûyî, lê serketina vê jî pir zehmet e.
Li vê derê xala herî bingehîn jî ev e ku têkoşîna azadiyê ya Kurd li pêşketina xwe berdewam dike û çareseriya pirsgirêka Kurd jî, demokratîkbûnê li ser Tirkiyeyê ferz dike. AKP'ê kariye reqîbên xwe yên di nav pergalê de bêtesîr bike, lê alternatîfên demokratîk ên ji derveyê pergalê li ser lingan in. Li dijî pergala faşîst a AKP'ê di serî de Bizava Azadiyê ya Kurd û hêzên demokratîk li ser bingeha Komara Demokratîk dixwazin Tirkiyeya demokratîk saz bikin.
Di rewşa îro de astengiya herî girîng a li pêş AKP'ê û hêza herî mezin a dijberê armancên wan jî ev e. Herwisa têkoşîna bingehîn jî di navbera van her du hêzan de ye. Ango têkoşîneke bê eman ya di navbera hêzên faşîst û yên demokratîk de ye û di vê têkoşînê de şens û derfetên hêzên demokratîk zêdetir in.
Helbet, di destê AKP'ê de hêzeke desthilatdariyê heye û ev AKP'ê dike xwedî derfetên girîng û çalaktir dike. Lê ji ber têkçûna hêza dewletê, beşeke girîng a vê hêzê jî bi kêrî AKP'ê nayê. Li aliyê din şerê desthilatê yê di nav dewletê de bi dawî nebûye. Di ser de jî AKP bi hevpeymanên xwe yên derve re jî di nav şer û nakokiyên girîng de ye. Li dijî wan jî derfetên hêzên demokratîk pirtir in.
Beriya her tiştî, Tevgera Azadiya Kurd ya ku ev 36 sal in li dijî faşîzma 12'ê Îlonê li ber xwe daye, têk neçûye, hê bêtir hêz bûye û bûye xwedî ezmûneke mezin. Piraniya civaka Kurd çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê dixwaze. Li gel vê jî, kedkarên Tirkiyeyê yên bindest, jinên ku di bin stem û zoreke pir dijwar de ne û bawermendên wek elewî û tevahiya civaka ku di bin zor û şîdetê de ye û bindest e, dijberên pergala faşîst in. Di ser de jî hêzeke derveyî ya ku Tirkiyeya demokratîk dixwaze jî heye.
Ev hemû didin nîşan ku derfet û destketên hêzên demokratîk zêdetir û xurttir in. Li Tirkiyeyê jî potansiyeleke ji dil a veguherîna Tirkiyeyê ya ber bi demokratîkbûnê ve dixwaze jî, heye. Di vir de ya girîng, hebûna hêza pêşeng a ku vê potansiyelê birêxistin bike û têxe nav tevgerê girîng e. Ev jî tê wateya hevpeyman û yekîtiya tevahiya hêzên şoreşger û demokratîk, wisa jî têkoşîna wan a hêzdar îfade dike.
Ya demokrasiya şoreşger jî bi ser bixe jî ev e. Em li ser vê bingehê bang li tevahiya hêzên şoreşger û demokratîk dikin ku, di bin alaya Tevgera Şoreşge a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) de, hêzên demokratîk jî bi HDK û HDP ê re hevgirtin û tifaqa xwe saz bikin, li dijî jinûvesazkirina dewleta faşîst a AKP'ê derkevin û xweseriya demokratîk ava bikin.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA