EWROPA
Hemû Nûçe
-
Faîlê Komkujiya Parîsê dîsa hat destgîrkirin
Êrîşkarê ku li paytexta Fransa Parîsê sê aktîvîstên Kurd qetil kir, dîsa hat destgîrkirin. -
Li Lavrîoyê li dijî tecrîd û Komkujiya Parîsê meş hat lidarxistin
Bi pêşengiya TCŞ û TêkoJIN’ê Kurdistanî û dostên wan li Atîna/Lavrîoyê hatin ba hev û tecrîd û Komkujiya Parîsê şermezar kirin. -
Şehîdên Parîsê li Lûzernê hatin bibîranîn
Sê aktîvîstên di Qetlîama Parîsê de şehîd bûn, li Lûzernê hatin bibîranîn. -
Gerîlaya YJA Star’ê Stêra Ararat li Zurîhê hat bibîranîn
Ji bo şehîda Pêngava Bazên Zagrosê Stêra Araratê li bajarê Zurîh ê Swîsreyê merasîma bibîranînê hat lidarxistin. -
Komkujiya Parîsê li Lefkoşayê hat protestokirin
Kurdistaniyên ku ji bajarên Qibrisê ber bi Lefkoşayê ve herikîn, piştî meşê çelenga reş danîn ber Balyozxaneya Fransayê û gotin ku ew ê hesabê ji dewleta Fransayê ku hewl dide komkujiyê binixumîne, bi pirsin. -
Qetlîama Parîsê li Malmoyê hat protestokirin
Êrîşa 23’yê Kanûnê ku li Parîsa paytexta Fransayê hat kirin û sê aktîvîsên Kurd hatin qetilkirin, li bajarê Malmo yê Swêdê hat protestokirin. -
Komkujiya Parîsê li Torontoyê hate şermezarkirin
Kurdistaniyên li bajarê Toronto yê Kanadayê, komkujiya ku li Parîsê li dijî Kurdan pêk hat şermezar kirin. -
ILPS têkildarî Komkujiya Parîsê daxwaza 'edaletê' kir
Yekîtiya Têkoşînê ya Gelan a Navneteweyî (ILPS) ku rêxistineke demokratîk û antî emperyalîst e, her wiha rêxistinên endamên wê yên li Ewropayê têkildarî komkujiya li Parîsê daxwaza 'edaletê' kir. -
KCDK-E: Li Fransayê bi deh hezaran kesî hêrsa li dijî komkujiya Parîsê nîşan dan
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) diyar kir, ku li Fransayê bi deh hezaran kesî hêrsa xwe ya li dijî Komkujiya Parîsê ya roja Şemiyê nîşan dan û spasiya gelê Kurd û dostên wan kir ku beşdarî meşa li Parîsê bûn. -
Midûrê Emniyeta Parîsê: Pevçûn ji ber provokasyonê ye
Midûrê Emniyeta Parîsê Laurent Nunez diyar kir, ku pevçûnên di çalakiya protestoyî de yên piştî qetilkirina 3 Kurdan de pêk hatin, ji ber provokasyonê ye. -
Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn: Em Komkujiya Parîsê şermezar dikin
Desteya Serokatiya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn, ji hikûmeta Fransayê xwest ku Komkujiya Parîsê bi hemû aliyên xwe ve ronî bikin û kujeran ceza bike. -
Li Ewropayê hêrsa li dijî Komkujiya Parîsê mezin dibe-HATE NÛKIRIN-II
Kurdên li Ewropayê li dijî Komkujiya Parîsê dadikevin qadan. -
Biryara destgîrkirinê ya derbarê kujer Wîllîam M. de, hat rakirin!
Kujer Wîllîam M. roja 24’ê Kanûnê êrîşê Navenda Çanda Kurd a li paytexta Fransa Parîsê kir û 3 aktîvîstên Kurd qetil kir. Biryara destgîrkirinê ya derbarê kujer Wîllîam de bi hinceta rewşa tenduristiyê hat rakirin. -
Wezîrê Edaletê yê Fransayê bi nûnerên Kurdan re hevdîtin kir
Wezîrê Edaletê yê Fransayê, piştî komkujiya 23’ê Kanûnê li Parîsê pêk hatî, bi nûnerên Kurdan re hevdîtin kir. -
Bi 10 hezaran li Parîsê komkujî protesto kirin: Kurd wê çok ne tewînin!
Li Parîsê bi deh hezaran xwestin ku hêzên li pişt faîlê komkujiyê bên ronîkirin û gotin: “Bila hemû dewletên cîhanê baş bizanin ku gelê Kurd çok ne tewand û wê netewîne. Heta dilopa dawî ya xwîna me, wê têkoşîna me bidome.” -
Ekîn Reşît û şehîdên qetlîama Parîsê hatin bibîranîn
Şehîd Ekîn û yên li Parîsê hatin qetilkirin, li Lozan a Swîsreyê hatin bibîranîn. -
Polîsên Fransî êrîşê çalakgeran kir-HATE NÛKIRIN
Girseya ku Komkujiya Parîsê protesto kir, rastî êrîşa polîsên Fransî hat. Gel li dijî êrîşa polîsan li ber xwe dide. Gelek kes hatin destgîrkirin û birîndar hene. -
Li Parîsê bi deh hezaran kes qetlîamê protesto dikin
Ji bo protestokirina Qetlîama Parîsê gel li pêşiya Navenda Çanda Kurd kom bûn û dest bi meşê kirin. -
Li Sydneyê qetlîama li Parîsê hate protestokirin
Kurd û Avûstralyayiyên li Sydneyê qetlîama li Parîsê protesto kirin. -
Li Parîsê wê qetlîam were protestokirin
Li Parîsê ya ku qetlîam lê hatibû kirin wê îro saet di 12.00an de çalakiyeke protestoyê were lidarxistin. -
Li Ewropayê êrîşên faşîst ên girêdayî dewleta Tirk
Piştî komkujiya duyemîn a Kurdan a li Parîsê, dîsa komên faşîst ên AKP-MHP'ê yên li Ewropayê hatine organîzekirin kete rojevê. Bi rêxistina MÎT’ê heta niha li gelek bajarên Ewropayê êrîş, kuştin û qetlîamên faşîst pêk hatin. -
CÎK: Komkujiya Parîse berdewamiya qirkirina Kurdan e
Civaka Îslamî ya Kurdistanê têkîldarî komkujiya li Parîsê daxuyanî da û diyar kir ku divê gelê Kurd berpirsiyariyên xwe bicîh bînin û dijminê hov têk bibin. -
Riseup4Rojava û DefendKurdistan bang li hemû enternasyonalîst û antî-faşîstan kir
Torên Riseup4Rojava û DefendKurdistan bang li hemû enternasyonalîst û antî-faşîstan kirin ku li Parîsê bi gelê Kurd re bin. -
KCÊ: Li dijî qetlîaman rabin li ser piyan
KCÊ’yê têkildarî komkujiya li Parîsê li dijî Kurdan hat kirin, daxuyanî da û got ku ev êrîş bi awayek sîstematîk pêk hatiye û banga li tevlêbûna çalakiyan kir. -
Navê her sê şehîdan jî eşkere bû
Hevserokên KCDK-E’yê bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kir ku yên şehîd bûne yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn (Emîne Kara), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer û Abdurahman Kizil in û banga tevlîbûna çalakiya mezin a sibe kir.