Qetlîama Parîsê li Malmoyê hat protestokirin
Êrîşa 23’yê Kanûnê ku li Parîsa paytexta Fransayê hat kirin û sê aktîvîsên Kurd hatin qetilkirin, li bajarê Malmo yê Swêdê hat protestokirin.
Êrîşa 23’yê Kanûnê ku li Parîsa paytexta Fransayê hat kirin û sê aktîvîsên Kurd hatin qetilkirin, li bajarê Malmo yê Swêdê hat protestokirin.
Kurd û dostên xwe ku li navenda Mollevångstorget a Malmoyê li hev civiyan, qetlîama li Parîsê ku Kurd hatin armanckirin, protesto kir.
Di axavtinên li çalakiyê hatin kirin de, hat destnîşankirin ku Kurd bi tu êrîşê gav bi paş de naavêjin. Hat diyarkirin ku heke Fransayê 10 sal berê hesab ji kujerên sê jinên Kurd ên şoreşger bixwesta wê qetlîamên nû çênebûna.
Endamê Meclîsa Şaredariya Partiya Çepgir a Swêdê û endamekê/e rêxistina Allt åt Alla ya sosyalîst anî ziman ku ew piştevanên gelê Kurd in.
Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmên “Şehîd namirin“, “Bijî Serok Apo“, “Bijî berxwedana gelê Kurd û “Bijî berxwedana gerîla“ hatin berzkirin.