Riseup4Rojava û DefendKurdistan bang li hemû enternasyonalîst û antî-faşîstan kir
Torên Riseup4Rojava û DefendKurdistan bang li hemû enternasyonalîst û antî-faşîstan kirin ku li Parîsê bi gelê Kurd re bin.
Torên Riseup4Rojava û DefendKurdistan bang li hemû enternasyonalîst û antî-faşîstan kirin ku li Parîsê bi gelê Kurd re bin.
Tora Riseup4Rojava û DefendKurdistan bi daxuyaniyeke hevpar banga tevlîbûna çalakiya girseyî ya li Place de la Republique ya Parîsê kirin.
Di daxuyaniya hevpar de ev tişt hate diyarkirin:
“Komeleya Çanda Kurd a Ahmet Kaya, xwaringehek û kûaforekî li ser heman rêyê bûn hedefa êrîşa çekdarî. Heta niha 3 kes hatine qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûne.
Gelek nîşan hene ku ev qetlîam ne tesadufî ye. Çend metre dûrî cihê ku qetlîam lê hatiye kirin, nêzî 10 sal berê sê şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin.
Ji bo me ev êrîş ji şerê giştî yê faşîzma Tirk û hevkarên wê cuda nayê dîtin. Ev êrîş encama polîtîkaya antî-Kurd a li Tirkiyeyê û li Ewropayê ye û berdewamiya qetlîama di sala 2013’an de ye. Şerê hovane yê dewleta Tirk a bi êrîşên hewayî, balafirên bêmirov û çekên kîmyewî yên duh li Başûrê Kurdistanê û Rojava û serdegirtina malan a li Elmanyaya Federal, girtina siyasetmedarê Kurd Tahir Koçer ji aliyê hêzên ewlekariya Elman ve û girtina siyasetmedarên Kurd danê sibehê li Tirkiyeyê, parçeyekî vê konsepta qirkirinê ye. Rastiya ku dewletên Ewropî piştgiriyê didin vê konseptê, îro bi êrîşên hovane yên polîsên Fransayê re derket holê.
Rêhevalên me yên Kurd îro saet di 12:00’an de li Qada Republique ya Parîsê banga çalakiya girseyî kirin. Em Riseup4Rojava & Defend Kurdistan bang li hemû enternasyonalîst û antî-faşîstan dikin ku îro li Parîsê bi gelê Kurd re bin.
Ev êrîş ji bo me tê wateya ku em têkoşînê xurttir bikin. Ev êrîşa hovane ya ku çalakvanên Kurd qetil dike wê bêbersiv nemîne.”