Şehîdên Parîsê li Lûzernê hatin bibîranîn
Sê aktîvîstên di Qetlîama Parîsê de şehîd bûn, li Lûzernê hatin bibîranîn.
Sê aktîvîstên di Qetlîama Parîsê de şehîd bûn, li Lûzernê hatin bibîranîn.
Evîn Goyî (Emîne Kara), Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û Abdûrrahman Kizil ku 23’ê Kanûnê li Parîs a paytexta Fransayê şehîd bûn, li bajarê Lûzern ê Swîsreyê hatin bibîranîn.
Merasîm, bi pêşengiya Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) li Navenda Civaka Demokratîk a Lûzernê, bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.
Siyasetmedarê Kurd Mehmet Alî Hoca ku di merasîmê de axivî, got: “Ev ne qetlîameke ji rêzê ye. Plankirî û organîze ye. Dewleta Fransayê ser qetlîama sala 2013’an girt lê em nahêlin ku ser vê qetlîamê bigire. Kurd baş dizanin ku ev qetlîam ji aliyê kê ve hatiye kirin. Xwîna şehîdên me li erdê namîne.”
Piştî axaftinên xizmên Şehîd Evîn Goyî û axaftina li ser navê KOMAW’ê, çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.