Li Ewropayê hêrsa li dijî Komkujiya Parîsê mezin dibe-HATE NÛKIRIN-II
Kurdên li Ewropayê li dijî Komkujiya Parîsê dadikevin qadan.
Kurdên li Ewropayê li dijî Komkujiya Parîsê dadikevin qadan.
Di êrîşa duh li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li paytexta Fransa Parîsê pêk hatî de û di encamê de ji pêşengên tevgera jinên Kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şirîn Aydin) û Abdûrrahman Kizil hatin qetilkirin. Ji bo protestokirina komkujiyê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, li welatên Ewropayê dadikevin qadan.
BARCELONA
Li dijî komkujiya duh li Parîsê pêk hatî, li paytexta Katalonya Barcelonayê çalakiyek hat lidarxistin.
Çalakî li ber Balyozxaneya Fransayê destpê kir. Li vir daxuyaniya Kongra Star hat xwendin, pistî wê daxuyaniya koma pistgiriyê ya bi navê “Azadî, Jin” hate xwendin û bi axaftina endama Jineolojiyê Center Nora Merino, çalakî berdewam kir.
Merino wiha got: “Yên dixwazin Rojava dagir bikin, yên li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tînin, yên 4’ê Cotmehê li Silêmaniyê Nagihan Akarsel qetil kirin û beriya 10 salan li Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Seylemez qetil kirin, 3 hevalên me sehîd xistin. Dixwazin me bitirsînin, dixwazin me bidin sekinandin, lê Tevgera Azadiya Kurdistanê bi helwest, cesaret û hêz têkoşîna xwe bê navber berdewam didomîne."
Piştre girse bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana Kurdistan” û “Kujer Erdogan” ber bi balyozxaneya Tirkiyeyê ve meşiyan.
Li ber balyozxaneya Tirk car din daxuyaniya Kongra Star, hate xwendin û dirûşme hatin berzkirin.
MUNÎH
Li bajarê Munîh ê Elmanyayê, Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina qetlîama li Parîsa paytexta Fransayê, daketin qadan.
Kurd û dostên wan ku li Max Josef Platzê hatin ba hev, êrîşa li ser Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya şermezar kir û bang kir ku yên qetlîam daye kirin bila bên eşkerekirin.
Di axaftinên li çalakiyê hatin kirin de, îşaret bi têkiliya salvegera 10’emîn a qetilkirina Sara, Rojbîn û Ronahiyê hat kirin û hat destnîşankirin ku heke kiryarên Qetlîama Parîsê ya sala 2013’an bihatina dîtin, wê qetlîameke wiha ne qewimîba. Hat diyarkirin ku bêyî ku tu lêkolîn bê kirin ser qetlîamê hatiye girtin û ji ber ku edalet nehatiye dirustkirin Fransa jî şirîkê qetlîaman e û hat gotin ku Fransa encax bi nehiştina tu aliyekê veşarî yê qetlîamê û bi darizandineke adilane bikare xwe ji şirîkatiya qetlîamê rizgar bike.
Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên ‘’Şehîd namirin’’, ‘’Sara, Rojbîn, Ronahî’’, ‘’Jin, jiyan, azadî’’ û ‘’Bijî Kurdistan’’ hatin berzkirin.
LONDON
Li paytexta Îngilistanê Londonê, bi sedan kes li ber balyozxaneyên Fransa û Tirkiyeyê hatin ba hev û bi gotina “Kujer Erdogan wê hesab bide” Komkujiya Parîsê protesto kirin. Li ser banga Yekîtiya Hêz a Demokratîk a Îngilistan, Meclîsa Gelê Kurd, MLKP, Partîzan û gelek rêxistinên girseya demokratîk, bi sedan kes ji bo şermezarkirina Komkujiya Parîsê li ber Balyozxaneya Fransayê hatin ba hev. Girseyê bê navber dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, “Terorîst Erdogan”, “Bimre faşîzm”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gorisan”, “Tolhildan”, “Jin jiyan azadî” û “Şehîd namirin” berz kirin û dovîz û pankartên ku Komkujiya Parîsê şermezar dikin hildan.
Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Bertekên tund li hemberî bêhelwestiya dewleta Fransayê ya ji dewleta Tirk û Erdogan re ku faîlê komkujiyê ye, hebûn. Bi sedan kesan xwest ku her du komkujiyên Parîsê pêk hatin, bê ronîkirin û hat destnîşankirin ku divê raya giştî ya navneteweyî li dijî faşîzma Tirk hêza şoreşger a yekgirtî ava bike.
Ji Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal, Turkan Bûdak û li ser navê GÎK-DER’ê Ûfûk Yoldaş axivîn. Di axaftinan de hat diyarkirin ku gelê Kurd li hemberî dewleta Tirk çok natewîne û bertek nîşanî hêzên navneteweyî yên li hemberî komkujiyê bêdeng in, dan.
Girseyê li ber Balyozxaneya Fransayê nêzê demekê protestoya xwe domandin û ji vir bi awayê kortej ber bi Sefaretxaneya Tirk ve meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên “Kujer Erdogan wê hesab bide” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
Meş li ber sefaretxaneyê bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
ÛLM
Ji bo protestokirina komkujiya duh li Parîsê pêk hatî, îro li bajarê Ûlm ê Elmanyayê, ji aliyê Yekîtiya Hêz a Demokratîk a Ewropayê (ADGB) ve mîtîng hat lidarxistin. Girseyk qelebalix tevlî mîtîngê bû û li ser nav ADGB’ê axaftinên bi Elmanî û Tirkî hatin kirin. Hat gotin ku komkujî ne tesadufî bû, bi rêbazek bi zanebûn hatiye kirin.
Di mîtîngê de dovîz û pankart hatin vekirin û dirûşme hatin berzkirin. Piştî banga “Em bê ku gav paş de bavêjin, li dijî êrîşên faşîst bi hev re têbikoşin” hat dayîn, çalakî bi dawî bû.
LOZAN
Êrîşa roja 23’yê Kanûnê li kargehên Kurdan û Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîs a paytexta Fransayê hat kirin, li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi meşekê hat protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan ku bi banga Meclisa Jinan a Lajîn û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) li ber Navenda Civaka Kurd hatin ba hev, meşiyan. Girseyê, wêneyên Evîn (Emîne Kara) a pêşengeke Tevgera Jinên Kurd, Hunermend Mîr Perwer ê ji Tevgera Çandê û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil hildan û bi berzkirina dirûşmeyan dest bi meşê kir.
Girseyê, bi berzkirina dirûşmeyan hêrsa xwe ya li dijî qetlîamê anî ziman û li qada St. Laûrentê mîtîngek li dar xist.
Pankartê li ser ‘’Li Iraq, Sûriye, Îran, Tirkiye û niha jî li Ewropayê Kurd tên qetilkirin. Dema dirustkirina edaletê ji bo Kurdan e’’ hat hildan. Hayrettîn Oztekîn ku li ser navê CDK’ê bi Fransî axavtinek kir, got: ‘’Di vê qetlîamê de ku diyar e kiryarên rastîn kî ne, 3 Kurd hatin qetilkirin û 3 jî hatin birîndarkirin. Dewleta Fransayê jê berpirs e ku vê qetlîamê veşarî nehêle.’’
Çalakî, piştî xwendina daxuyaniyê bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
FRANKFÛRT
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê jî Qetlîama Parîsê hat protestokirin. Bi sedan Kurdistanî tevlî meşê bûn ku ji aliyê Federasyona FCK-KAWA ve li ber FrankfûrtHBF’ê hat lidarxistin.
Wêneyên şehîdan di meşê de hatin hildan. Di axaftinan de hat diyarkirin ku êrîş, êrîşek e ku bi awayekê organîze li dijî Kurdan hatiye kirin.
STOKHOLM
Li paytexta Swêd Stockholmê ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê, Kurdistanî li ber Balyozxaneya Fransayê hatin ba hev û dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, “Dest ji herikîna xwîna Kurdan berdin” û “DAÎŞ û Erdogan heman e” berz kirin. Kurdistaniyan wêneyên sê şehîdên li Parîsê hatin qetilkirin û yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hildan. Çalakgeran destnîşan kir ku heta komkujî tê ronîkirin, wê şopdarê dozê bin.
ATÎNA
Li Atînayê bi pêşengiya ciwanan, li dijî tecrîda Îmraliyê û komkujiya li Parîsê meşek hat lidarxistin.
Li paytexta Yewnanistan Atînayê bi pêşengiya ciwanên TCŞ’ê gelê Kurd û dostên wan, ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiya li Parîsê, meşiyan.
Meşa girseyî li ber Gara Trenê ya Atînayê destpê kir û ji Cadeya Acharnon heta Cadeya Patîsîon dom kir. Piştre meş heta Navenda Çanda Kurd a Yewnanistanê domiya. Ciwanên TCŞ’ê diyar kirin ku heta komkujî tê ronîkirin, wê li qadan bin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Parîsê”, “Şehîd namirin” û “Tolhildan” hatin berzkirin.
Di çalakiyê de banga tevlêbûna meşê ku wê 25’ê Kanûnê roja Yekşemê li Lavrîoyê dewam bike, hat kirin.
ZURÎH
Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê ji bo protestokirina qetlîama Parîsê li ber Sefaretxaneya Tirk meş hat lidarxistin.
Kurdistanî û dostên wan ku bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Zurîhê û Meclisa Jinan a Berlînê hatin ba hev, wêneyên Evîn (Emîne Kara) a pêşengeke Tevgera Jinên Kurd, Hunermend Mîr Perwerê ji Tevgera Çandê û Abdûrrahman Kizil û alên PKK’ê hildan.
Ji bo qurbaniyên komkujiyê di çalakiyê de rêz hat girtin. Li ser navê Dîwana Hevserokatiya Konseya Kurd a Demokratîk (CDK-S), Emrûllah Bîngul anî ziman ku qetlîama hatiye kirin ne tesadufî ye û got: ‘’Dewama qetlîama 10 sal berê ye ku 3 jinên Kurd li Parîsê hatin armanckirin.’’
Piştî axaftin hat kirin, girse bi berzkirina dirûşmeyan meşiya ber bi Sefaretxaneya Fransayê ve.
Girse ku gihîşt ber sefaretxaneyê, mîtîng li dar xist. Fîdan Guler li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ev gotin kirin: ‘’Feraseta sala 2013’an sê hevrêyên me yên jin qetil kirin, îro careke din bi rûyê xwe yê qirker derket holê. Dewleta Fransayê ku duh ser qetlîama Parîsê girt û şirîkatiya xwe ya sûc derxist holê, divê sûcdarên rastîn ên qetlîamê derbixe holê. Heta ku sûcdarên rastîn ên qetlîamê eşkere bibin; di serî de jinên Kurd em Kurd em ê her li qadan bin.’’
Di axaftinên di mîtînga ji aliyê AûfBaû û Greva Avhewayê ya Swîsreyê ve hatin kirin de jî wiha hat gotin: ‘’Em piştevanên gelê Kurd in.’’
Piştî axaftinan metinên daxuyaniya ji bo çapemeniyê hatin xwendin.
HANNOVER,
Kurd û dostên xwe ku li ber Haûpbannof a Hannoverê hatin ba hev, li dijî qetlîama li Parîsê meşiyan.
Bêyî navber di çalakiyê de dirûşmeyên ‘’Tolhildan”, “PKK’’, ‘’Şehîd namirin’’ û ‘’Bijî Serok Apo’’ hatin berzkirin.
Kurd û dostên Kurdan, guh neda şiliyê û heta êvarê li çalakiya xwe dewam kir.
BORDEAÛX
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê jî qetlîam hat protestokirin.
Kurdistaniyên li Qada Place de la Boûrse li hev kom bûn, qetilkiriyên qetlîama Parîsê bi bîr anîn.
INNSBRUCK
Kurd û dostên wan ên li eyaleta Tîrol a Avûstûryayê dijîn, ji bo şermezarkirina komkujiya li Parîsê hatin ba hev.
Girseya ku li ber peykerê Annasaûl a li bajarê Innsbruckê hatin ba hev û gotin ku komkujiya li Parîsê weke êrîşek nîjadperest bi navkirin ne rast e, divê weke dewma komkujiya 9’ê Çileya 2013’an bê destgirtin û divê dewleta Fransayê piştperdeya komkujiyê demildest ronî bike.
Girseyê bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.
GRENOBLE
Li bajarê Grenoble yê Fransayê, gelê Kurd û dostên wan li qada Vîctor Hugo hatin ba hev û Komkujiya Parîsê ya 2’emîn şermezar kirin.
Piştî daxuyaniyan, dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.