Midûrê Emniyeta Parîsê: Pevçûn ji ber provokasyonê ye

Midûrê Emniyeta Parîsê Laurent Nunez diyar kir, ku pevçûnên di çalakiya protestoyî de yên piştî qetilkirina 3 Kurdan de pêk hatin, ji ber provokasyonê ye.

Piştî ku 23’ê Kanûnê di nîvê rojê de 3 aktivîstên Kurd hatin qetilkirin, roja Şemiyê meşeke mezin hate lidarxistin.

Ji ber provokasyona kesekî ku ji rêxistiniyeke paramîlîter a nijadperest a ser bi dewleta Tirk ve li herêmê derbas bû û nîşaneya ‘gurêbaz’ çêkir, alozî derket.

Midûrê Emniyeta Parîsê Laurent Nunez ji BFM TV re axivî û got, "Çalakî bi tevlêbûna kesayetên siyasî bi awayekî normal dewam kir."

Nunez anî ziman ku piştî saet 13:00 ji ber sedemeke ku diyar e ji ber provokasyonê rû daye, bûyer qewimîn û got, "Tê diyarkirin ku qemyonek derbas bûye û bi vî rengî agahî ji min re hat. Em ê van hemûyan zelal bikin." 

Nunez da zanîn ku hin çalakgeran li bulvareke din bi polîsan re bi hev ketin û got, "Dîsa bê şik ev provokasyonek bû."

Nunez diyar kir ku 11 kes hatine destgîrkirin û da xuyakirin ku yên ketine nava pevçûnê jî komeke biçûk in û destnîşan kir ku organîzatorên çalakiyê hewl dane pêşî li vê bigirin.

Nunez li ser pirsa rojnamevanekî ku kesên beşdarî xwepêşandanan bûne Kurdên welatên din in yan na, got, "Ne cihê min e ku ez van kesan reş bikim."

Nunez diyar kir ku di bûyeran de 31 polês bi sivikî birîndar bûne û hewceyî midaxeleya tibbî nebûye. Nunez anî ziman ku di dema ew daxuyanî dida agahî wergirtine ku çalakgerek birîndar bûye û got ku bi tenê camên hin kargehan hatine xêzkirin.