Gerîlaya YJA Star’ê Stêra Ararat li Zurîhê hat bibîranîn
Ji bo şehîda Pêngava Bazên Zagrosê Stêra Araratê li bajarê Zurîh ê Swîsreyê merasîma bibîranînê hat lidarxistin.
Ji bo şehîda Pêngava Bazên Zagrosê Stêra Araratê li bajarê Zurîh ê Swîsreyê merasîma bibîranînê hat lidarxistin.
Gerîlaya YJA Starê Stêr‘ê Ararat (Esma Ozkan) ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li Zapê şehîd bû, li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hat bibîranîn.
Merasîma bibîranînê ji aliyê Komeleya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Zurîhê hat lidarxistin. Xizmên Stêra Araratê û gelek Kurdistanî tev li bibîranînê bûn.
Di axavtina li ser navê KOMAW’ê hat kirin de girêdayîbûna bi bibîranînên şehîdan ve hat diyarkirin û peyama “Em ê ji cihê ku şehîdan hiştiye li têkoşînê dewam bikin“ hat dayîn.
Cesûr Ozkan ê xizmê şehîdê jî wiha axivî: “Wek her car em ê îro jî di rêya Stêrayan de bi awayekê bi rûmet bijîn. Heval Stêra bi awayê ku bawer kir jiya, li ser nirxên jê bawer dikir şehîd bû. Serê hemû Kurdan sax be ku ji gerîla û doza wê bawer dikin.“
Piştî axavtinan dirûşmeya “Şehîd namirin“ hat berzkirin.