Polîsên Fransî êrîşê çalakgeran kir-HATE NÛKIRIN
Girseya ku Komkujiya Parîsê protesto kir, rastî êrîşa polîsên Fransî hat. Gel li dijî êrîşa polîsan li ber xwe dide. Gelek kes hatin destgîrkirin û birîndar hene.
Girseya ku Komkujiya Parîsê protesto kir, rastî êrîşa polîsên Fransî hat. Gel li dijî êrîşa polîsan li ber xwe dide. Gelek kes hatin destgîrkirin û birîndar hene.
Gel komkujiya li paytexta Fransa Parîsê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin û di encamê de 3 Kurdistanî hatin qetilkirin, protesto kir. Polîsên Fransî bi bombeyên gazê û copan êrîşê gel dike. Kurdistanî û dostên wan jî li dijî êrîşê li ber xwe didin.
Polîsên gel dorpêç kir û hewl dide ku gel belavî komên biçûk biçe. Gelek kes hatin destgîrkirin û birîndar hene.
Êrîşa polîsan û berxwedana gel, didome.