Piştî êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a li Parîs a Fransayê ku di encamê de yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn (Emîne Kara), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer û endamê Navenda Çandê Abdurrahman Kizil şehîd bûn, rêxistina faşîst a hikûmeta AKP-MHP’ê û îstîxbarata Tirk MÎT’ê ya li Ewropayê dîsa ket rojevê.
Desthilatdariya faşîst a Tirk ku li Ewropayê weke pêveka hikûmetên li Tirkiyeyê hate birêxistinkirin, ji salên 1970’î û vir ve ji bazirganiya narkotîkê heta qaçaxçiya çekan, ji sûcên nefretê heta kuştin û qetlîaman di nava gelek sûcan de ye. Bi organîzasyona MÎT’ê di navberên demkî de cînayet û êrîş tên kirin; Piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'yî, di çarçoveya feraseta înkar û îmhayê de ku di nîvê salên 1990'î û piştî sala 2015'an de hate destpêkirin, zêde bû û li gelek welatên Ewropayê bi taybetî li welatên weke Elmanya, Fransa û Belçîkayê belav bû.
Bi taybetî ji nîvê duyemîn a sala 2015’an û vir ve bloka faşîst a ku AKP’ê bi MHP’ê re ava kir, giraniya xwe da rêxistinên faşîst, nîjadperest û neteweperest ên Tirk ên li Ewropayê. Dijminatiya Erdogan-Bahçelî ya li hemberî Kurdan û polîtîkayên wan ên şer, hişt ku ev pêkhate zêdetir bibin û bikevin tevgerê. Piştî ku şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansız, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê ji aliyê kujerê bi navê Omer Guney ve hatin qetilkirin, MÎT'ê ji aliyê avahiyên faşîzan ve li dijî Kurdan û komên din ên mûxalîf êrîş pêk anî.
Bîranînên qetlîam, komkujî û êrîşên faşîst ên rejîmên Tirkiyeyê yên ji salên 1970’î heta salên dawî li welatên Ewropayê hatine organîzekirin wiha ne:
FAŞÎSTAN BI SER KONGREYÊ VE GIRTIN: Di 5'ê Gulana 1974'an de endezyarê daristanê Neşet Daniş ê bi navê Aydin ê 30 salî, di dema hilbijartinên Kongreya Komeleya Karkerên Tirk a Hambûrgê de ji aliyê faşîstên MHP'ê ve hat lînçkirin û derbkirin. Êrîş di bin çavdêriya Konsolosxaneya Tirk û nûnerê Karsaziya Tirk de pêk hat, Daniş ê ku rakirin nexweşxaneyê, piştî du hefteyan jiyana xwe ji dest da.
SENDÎKAVANÊ SOSYALÎST QETIL KIRIN: Di 5'ê Çileya 1980'an de sendîkavanê sosyalist Celalettîn Kapak ê 36 salî dema li navçeya Kreuzberg a Berlînê belavok belav dikirin, di êrîşa faşîstên MHP'ê de hate qetilkirin.
TETÎKKÊŞÊ MÎT’Ê 4 ŞOREŞGER QETIL KIR: Endamên TKP ML-TÎKKO Nurettîn Topuz, Mustafa Akgûn û Mustafa Aksakal di 31’ê Kanûna 1994’an de li bajarê Germersheîm ê di nav sînorên Eyaleta Rheinland Pfalz ya Elmanyayê de li qehwexaneya ku ketibûn hundir bi guleyên faşîstekî MHP’ê hatibûn qetilkirin. Kujer sîxûrê MÎT'ê, ku nasnameya wî demeke dirêj hate veşartin û piştî ku hate destgîrkirin li dadgehê hate berdan, piştî bi salan eşkere bû ku beriya sala 1980'î li Yozgatê li yekîneya 'antî terorê' ya polîsan wezîfe kiriye..
ÊRÎŞA FAŞÎSTÊN TIRK Ê 1995’AN: Di 3'ê Îlona 1995'an de ciwanê Kurd Seyfettîn Kalan ê 21 salî li bajarê Neumûnsterê di encama êrîşa komek faşîstên Tirk de jiyana xwe ji dest da. Di heman rojan de neteweperestên li dijî Kurdan li seranserê Elmanyayê, ji bêdengiya polîsan cesaret girtin; pêla êrîş û lîncê da destpêkirin. Li Ulm, Bielefeld û Mulheimê cihên aîdî Kurdan hatin şewitandin. Faşîstê ku Kalan qetil kir û 2 ciwan jî birîndar kir, tenê ji ber ku bê destûr çek hilgirtiye hat cezakirin û piştî demekê hat berdan.
CIWANÊ KURD QETIL KIRIN: Piştî kuştina Seyfettîn Kalan 2 sal şûnde ciwanekî din ê Kurd bû hedefa faşîstên Tirk. Ercan Alkaya yê li bajarê Kîelê dijiya, endamê Komeleya Çanda Elewiyan bû û di 3'ê Çileya 1997'an de bi guleyên faşîstên Tirk hat qetilkirin.
CÎNAYETA FAŞÎSTÊN MHP’YÎ YÊ LI KOLNÊ: Di 4'ê Tîrmeha 1999'an de Erol Îspir dema li navenda Federasyona Karkerên Koçber a Elman (AGIF) a li Kolnê nobedê digirt ji aliyê faşîstên MHP'ê ve hat qetilkirin.
BI WESAYÎTA XWE PÊL ÇALAKGERAN KIR: Di 12’ê Îlona 2015’an de li paytexta Swîsre Bernê li dijî dewleta Tirk, Kurdistanî û dostên wan çalakî pêk anîn. Faşîstekî alîgirê AKP-MHP'ê bi wesayîta ku tê de bû, bi ser xwepêşanderan ajot. Hat tesbîtkirin ku di wesayîta êrîşkar de sembolên faşîstên Tirk hatin dîtin. Di bûyera ku 2 jê giran 5 kes birîndar bûbûn de, tevî ku dozgerê Bernê 8 sal cezayê girtîgehê xwestibû jî ceza nehat birîn û doz ji aliyê dadgeha herêmî ve di sala 2021'an de hat girtin.
ÊRÎŞA BI KÊR BÊ CEZA HATE HIŞTIN: Di heman roja ku êrîşa li Bernê pêk hat de, vê carê jî li bajarê Hannover ê Elmanyayê di xwepêşandana komên neteweperest de Kurd bûn hedef. Di çalakiyê de faşîstê bi navê Celal A. bi kêrê êrîşî 4 ciwanên ku bi Kurdî diaxivîn kir. Di êrîşê de 3 kes bi sivikî birîndar bûn, ciwanê bi navê Mazlum Omer bi derbeya kêrê li qirika wî ket, bi giranî birîndar bû. Êrîşkarê faşîst ê ku di dema êrîşê de îfadeyên nîjadperest ên weke "Divê hemû Kurdan qetil bikin " bi kar anî û piştre teslîmî polîsan bû, piştî demekê bêyî ku bê girtin serbest hat berdan. Dadgeha herêmî di sala 2108’an de biryara xwe eşkere kir û diyar kir ku êrîşkarê nîjadperest Celal A. ku ji 6 salan heta 10 salan cezayê girtîgehê yê ji bo kuştina 4 kesan dihat dayîn, bê sûc dît û dosya girt.
LI ANVERSÊ BI ROJAN BERDEWAM KIR: Otobusa ku bi dirûşma “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Azadî” derketibû tûra Ewropayê, di 27’ê Cotmeha 2017’an de li bajarê Antwerpen ê Belçîkayê rastî êrîşa nîjadperestên Tirk hat. Piştî vê êrîşê, êrîşên organîze yên li dijî esnafên Kurd ên li herêma Brederodestraat a bajêr ku bi rojan dewam kir, dest pê kir. Li bajarên cuda yên Belçîka û Hollandayê endamên AKP-MHP'ê, nijatperest û faşîst li ser medyayên civakî xwe bi rêxistin kirin û bi otobus, trên û wesayîtên taybet hatin bajêr û êrîşî esnafê Kurd kirin. Di êrîşan de ku polîsên Belçîkayê xemsar bûn, gelek Kurd birîndar bûn, gelek cihên kar hatin hilweşandin û nekarîn bên bikaranîn.
LI VÎYANAYÊ TEROR KIRIN: Di sala 2020’an de komên faşîst ên bi desteka AKP-MHP’ê li paytexta Awûstûrya Viyanayê teror pêk anîn. Çalakiyên ku bi êrîşa li dijî meşa ku di 24’ê Hezîrana 2020’an de ji aliyê saziyên jinan ên Kurdistanî û Tirkiyeyê ve tê organîzekirin dest pê kir, 4 rojan dewam kir. Komên “faşîst” ên ku ji aliyê rejîma Erdogan ve hatibûn organîzekirin, li dijî Kurdan, çepên Tirk û çepên Awûstûryayê lînç û êrîşan pêk anîn. Di lêpirsîna ku ji aliyê yekîneyên ewlehiyê yên Awûstûryayê ve hat kirin de têkiliya êrîşan bi MÎT'ê re hat tespîtkirin. Ji 4 kesên ku êrîş organîze kirine yek ji komeleya MHP’ê ya Elmanyayê û 3 kesên mayî jî rêveberên komeleyên alîgirê AKP-MHP’ê yên Awûstûryayê ne.
LI SÊ BAJARAN ÊRÎŞ LI PÊ HEV ÇÊBÛN: Di 28 û 29’ê Cotmeha 2020’an de komên faşîst ên destekê didin hikûmeta AKP-MHP’ê li bajarên Viyana, Decines û Dîjonê yên Fransayê ku ermenî lê zêde dijîn, dest bi lêdan û kuştina Ermeniyan kirin. Zêdeyî 250 kesên ku alayên Tirkiyeyê hilgirtine gelek caran li dijî Ermeniyan gotin “Ermenî hûn li ku ne?” û bi gotina "Em ê Ermeniyan bikujin" banga tundiyê kirin. Piştî êrîşên nîjadperest ên li dijî karsaz û komeleyên Ermeniyan, hikûmeta Fransayê neçar ma ku Ocaxên Ulku ku komên faşîst ên Tirk lê hatibûn birêxistinkirin, qedexe bike.
ÊRÎŞA RÊXISTINKIRÎ YA LI SER KOMELEYA KURDAN: Tevî qedexe û tedbîrên ewlehiyê yên rêveberiya Parîsê ya li hemberî komên faşîst ên Tirk, êrîşên nîjadperest ên hikûmeta AKP-MHP'ê dewam dikin. Di 3’ê Nîsana 2021’an de vê carê li bajarê Lyonê faşîstên Tirk ên ku ji xwe re digotin “Bozkurt” komeleya Kurdan kirin hedef. Faşîstên ku hejmara wan dora 20 kes bûn, bi hesin û kêran êrîşî endamên komeleyê kirin. Di nava Kurdên li komeleyê rastî êrîşê hatin de 2 jê giran 4 kes birîndar bûn.
Di nava du hefteyan de ev êrîşa duyemîn a Tirkên Îslamî yên faşîst ên li ser komeleya Kurdan a li Lyonê bû. Ji bo rê li ber bandorên Erdogan ên li ser axa Fransayê Kurd û Ermeniyan bigire, tevbîrên cidî nehatin girtin.