Ekîn Reşît û şehîdên qetlîama Parîsê hatin bibîranîn
Şehîd Ekîn û yên li Parîsê hatin qetilkirin, li Lozan a Swîsreyê hatin bibîranîn.
Şehîd Ekîn û yên li Parîsê hatin qetilkirin, li Lozan a Swîsreyê hatin bibîranîn.
Fermandara YJA Starê Ekîn Reşît (Halîme Erbey) ku sala 2016’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye û Evîn (Emîne Kara) ya pêşengeke Tevgera Jinên Kurd, Hunermend Mîr Perwer ê ji Tevgera Çandê û Abdûrrahman Kizil ê welatparêz li bajarê Lozan ê Swîsreyê hatin bibîranîn.
Meresima bibîranînê, ji aliyê Komeleya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) û Meclisa Jinan Lajînê ve li Navenda Civaka Kurd (CDK) hat lidarxistin. Malbata Ekîn Reşît û gelek Kurdistanî tev li bibîranînê bûn.
Sûat Efrîn li ser navê KOMAW’ê ev tişt gotin: ‘’Em ji bo bibîranîna heval Ekîn hatine vir. Lê duh li bajarê Parîs ê Fransayê bi qetlîamek li gelê me hat kirin. Em li ber bibîranînên hemû şehîdên Kurdistanê bêjna xwe bi rêzdarî ditewînin û soz didin ku em ê li mîrateya şehîdên xwe bibin xwedî û têkoşîna wan bi serkeftinê tacîdar bikin.’’
MALBATA ŞEHÎDÊ: EM SERBILIND IN
Welat ê birayê Ekîn Reşît got ku ew serbilind û şanaz in û wiha axivî: ‘’Hevala me Ekîn rêya xwe keşf kir û ji bo azadiya gelê xwe û Rêbertiyê tev li têkoşînê bû û ji wê boneyê şehîd bû. Şehadeta heval Ekîn ji bo me rûmet e. Bila serê Rêber Apo û Kurdan sax be.’’
‘EM Ê LI HER DERÊ LI SER PÊYAN BIN’
Hevseroka CDK’ê Hatîce Kandal jî ev gotin kirin: ‘’Îro li çar aliyên Kurdistanê, dewleta Tirk berê sûcên xwe yên şer û li dijî mirovahiyê daye gelê Kurd ê li dîasporayê. Wek dewama qetlîama sala 2013’an ku 3 jinên şoreşger hatin qetilkirin, duh qetlîameke din jî hat kirin. Em Kurd li kû bin jî em ê rabibin ser pêyan, li ber xwe bidin û bersiva hêzên qetilker bidin.’’
‘KURD DIZANIN KUJERÊ RASTÎN KÎ YE’
Sitki Demîr ku li ser navê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) axivî, got: ‘’Sed sal berê bi Peymana Lozanê, Kurd ku bêyî nasname hatin hiştin, bi derketina holê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re îro xwe wek hêzeke ku têk naçe ava kiriye. Faşîzma Tirk ku di dagirkeriya xwe ya li Kurdistanê de bi ser neket, polîtîkayên xwe yên qirêj careke din derxistin holê û rûyê xwe yê qirker nîşan da. Qetlîama Parîsê ne lêrasthatinî ye. Kurd hay jê hene ku kiryar kî ne. Heta kiryarên rastîn derbikevin holê, em Kurd wê paradîgmaya Rêbertiya xwe ji xwe re bikin esas û derkevin qadan û li ber xwe bidin.’’