KCÊ: Li dijî qetlîaman rabin li ser piyan

KCÊ’yê têkildarî komkujiya li Parîsê li dijî Kurdan hat kirin, daxuyanî da û got ku ev êrîş bi awayek sîstematîk pêk hatiye û banga li tevlêbûna çalakiyan kir.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê, têkildarî êrîşa li Parîsê daxuyaniyek nivîskî weşand û destnîşan kir ku wê berxwedan û têkoşîna gelê Kurd, geştir bibe.

Daxuyaniya KCÊ’yê wiha ye:

“Li ser navê rêxistin û saziyên Êzdiyan ên li Ewropayê, em qetlîama îro ya li paytexta Fransa Parîsê, hemberî saziya gelê Kurd û Kurdistanî ya Komela Çandê ya bi navê Ahmet Kaya û karmendên Kurdan pêk hatiyee, bi tundî şermezar dikin.

Em êşa malbatên qurbaniyên komkujiyê parve dikin û sersaxî ji bo malbat û tevahî gelê Kurd û Kurdistanî û ji bo birîndarên vê êrîşê, şîfayê dixwazin.

Em bang li civaka xwe û gelên demokratîk dikin ku li dijî vê komkujiyê rabin ser piyan û tev li çalakî û xwepêşandana, bibin.

Dîsa hat nîşandan ku êrîş, komkujî, qirkirina li hêmberê Kurdan û pêşengên wan, sînorê axa Kurdistanê, derbas kirine. Siyaseta tunekirinê ji aliyên hêzên dagirkerên weke dewleta Tirkiyê û hevalbendên wan, dîsa wek sala 2013’an, li navendên Ewropa, pir rehat tevdigerin û şoreşgerên Kurd, bi sîstematîk hedef digrin.

Qetlîama 9’ê Çileya 2013’an ji bo dewleta faşîst a Tirkiyê, bû mînak û bingeh, bi wan rêbazan Kurdan tune bike, ji ber ew qetlîam nehat ronî kirin berdewamiya vê, encama êrîşa îro ye.

Pêwîste dewleta Fransayê, vê mijarê rast bişopîne û hesab bide. Daxwazên me, ji dewletê Fransayê û partiyên siyasî û saziyên civakî ew e ku bi cesaret li ser vê qetlîamê rawestin û zelal bikin. Ji vê qetlîamê zêdetir, êrîşên li ser gelê Kurd û civaka Êzîdiya, bê sînor, li ber çavên dewletên navnetewî, saziyên mafên mirovan û bikaranîna çekên kîmyewî, pêk tên.

Li ser rastiya vî şerê taybet, berxwedan û têkoşîna gelê me û di serî de civaka me Êzdî, ji herdem bêhtir bilind dibe. Em wek saziyên civaka Êzdiya, dîsa bang dikin ku li her derê çalakiyan li dar bixin û xwedî li şehîdên xwe derbikevin.”