Piştî komkujiya li Parîsê ku di encamê de sê Kurd hatin qetilkirin, li gelek welatên Ewropayê Kurd û dostên wan herikîn ber bi Parîsê ve herikîn.
Kurdistanî û dostên wan di saetên serê sibê de, li ber Navenda Çanda Ahmet Kaya hatin ba hev û bi berzkirina dirûşmeyan komkujî protesto kirin. Girse di saetên nîvro de bi bi awayê kortejê û bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin”, “Ey şehîd xwîna te erdê namîne”, “Jin jiyan azadî” û “Bimre xiyanet” meşiyan qada Repûblîqûeyê.
Di meşê de bi zimanê Kurdî û Fransî pankartên “Em ê tola xwe bi şoreşa jinê hilînin” vekirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û yên duh hatin qetilkirin, hatin hildan.
Gelek nûnerên siyasî yên Kurd, parlamenterên Fransayê û serokên şaredariyê û nûnerên partiyên siyasî tevlî meşê bûn.
Di çalakiyê de bang li hikûmeta Fransa hat kirin ku komkujiyê ronî bike.
Li ser navê Konseya Kurd a Fransayê Bêrîvan Firat axivî û got ku Kurd wê hesabê komkujiyê bipirsin.
Malbatên qurbaniyên komkujiyê jî derketin ser dikê û gotin: “Bila hemû dewletên cîhanê baş bizanin ku, gelê Kurd çok ne tewandiye û wê netewîne. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî têbikoşin.”
Piştî malbatan, Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal û endama TJK-E’yê Zozan Serhat axivîn.
Parlamanterê Parîsê Sylvaîn Maîllard, Şaredara Parîsê ya 10’emîn û Wekîlê Serokê Baroya Parîsê Vîncent Nîore piştevaniyên xwe, anîn ziman. Sylvaîn Maîllard anî ziman ku Serokkomarê Fransayê, Wezareta Karên Hundir û Serokwezîr ji bo derketina rastiyê ketine tevgerê û got: “Ez dixwazim sozekê bidim we, divê em rastiyê bizanin.”
Şaredar Cordebard jî destnîşan kir ku ev deh sal in Parîs xaka Kurdan e û got: “Ez êşa gelê Kurd parve dikim. Em berdêlên ku gelê Kurd ji bo parastina nirxên me dayîne, dizanin û em spasî û hêrsa xwe ya îro li vir tînin ziman. Ez ji vir dixwazim bêjim, em ê heta parastina demokrastiyê, bidomînin.”
SEROKWEKÎLÊ BAROYÊ: ÊRÎŞEKE TERORÎ YE
Serokwekîlê Baroya Parîs Vîncent Nioré de ku peyamên piştevaniyê yên parêzerên Parîsê û serok baroyê ragihandin, got: ‘’Qetila duh hat kirin ne bi tenê qetileke bi nijadperestî lê êrîşeke plankirî û rêxistinkirî ye.’’
FRANSA DIVÊ BIWÊRE KU QETLÎAMÊ EŞKERE BIKE
Nûnerê Civaka Ermenên Fransayê jî ev tişt gotin: ‘’Li ser navê Ermenan û saziyên Ermenan ên li Fransayê ez dibêjim ku em bi we re ne. Li ser armanca van êrîşan dixwazim van tiştan bibêjim; heke nava wê û Enqereyê xera jî bibe divê dewleta Fransayê biwêre ku vê qetlîamê eşkere bike.’’
Nûnerê MRAP’a saziya têkoşîna li dijî nijadperestiyê, got: ‘’Em Fransî, şerm dikin ku mîlîtanên ji bo azadî, wekhevî û azadiya jinan têdikoşin li paytexta welatê min tên qetilkirin.’’
‘DIVÊ EM DAWIYÊ LI BALOYA DURÛYAN BÎNIN’
Serokê Lîga Mafên Mirov a Fransî jî diyar kir ku ew ê bi Kurdan re bin û wiha pêde çû: ‘’Divê em dawî li baloya durûyan bînin. Duh çawa ku haya ji min vê êrîşê çêbû, Fîdan, Leyla û Sakîne hatin hişê min. Xistina li Kurdan cara duduyan li nava Parîsê, nabe ku mirov qebûl bike.’’
Partiya Komunîst bi hemû hilbijartiyên xwe li qada mîtîngê bû. Nûnerê Partiyê wiha axivî: ‘’Li ser navê Partiya Komunîst û Serokê Giştî Fabîen Rûssel, dixwazim bibêjim ku xwîn ji dilê mê tê. Lewre li Parîsa bajarê şoreşa dîrokî careke din li Kurdan hat xistin. Em vê qebûl nakin.’’
MELENCHON: EVÎN QEHREMANA ŞERÊ LI DIJÎ DAÎŞ’Ê BÛ
Serokê Partiya NÛPPES a Mixelefeta Bingehîn a Fransayê Jean-Lûc jî Mélenchon ev tişt gotin: ‘’Ên duh hatin qetilkirin, mîlîtanên polîtîk bûn. Hevrê Evîn jî di nav wan de bû. Seroka jinên Kurd ên li Parîsê û qehremana şerê li dijî DAÎŞ’ê bû û di eniya şer de birîndar bûbû. Em li ber bibîranîna wê bejna xwe ditewînin.’’
Gava axavtin dihatin kirin, ji ber liv û tevgerên kesên provokator ên bi erebeyê di qada Repûblîkê re dibuhurîn, girseyê bertek nîşan da. Ciwanan ber bi erebeyê ve baz da û polîsan êrîş kir û ciwan û polîs bi hev ketin.
Girse ku ber bi qada Bastîlle ve meşiya û polîsan êrîş kir, bû du alî.
Çalakî heta êvarê berdewam bû.