CÎK: Komkujiya Parîse berdewamiya qirkirina Kurdan e

Civaka Îslamî ya Kurdistanê têkîldarî komkujiya li Parîsê daxuyanî da û diyar kir ku divê gelê Kurd berpirsiyariyên xwe bicîh bînin û dijminê hov têk bibin.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê têkildarî êrîşa li Parîsê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku Komkujıya Parîse berdewamiya qirkirina Kurdan e.

Daxuyaniya Civaka Îslamî ya Kurdistanê wiha ye:

“Gelê me yê qehreman û berxwedêr! Ev bi sedan salan in dijminê bav û kalên me, li ber çavê cîhanê li ser me komkujiyan pêk tînin. Em dizanin dewleta Tirk a hov dixwaze fermana gelê Kurd rake. Ji ber vê li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilatê welatê me hemû cureyên qirkirinê bi ser me tînin. Êrîşên bi çekên kîmyewî, qetilkirina zarok û jinan, zîndankirina siyasetmedaran û êşkence bênavber dewam dike. Ji bo me Kurdan bi eşkere dibêjin hûn biçin ku derê, em ê we bikujin. Komkujıya Parîse berdewamiya qirkirina Kurdan e. Beriya deh salan li paytexta Fransayê sê Jinên şoreşger qetil kirin, lê Ewropa bêdeng ma. Niha careke din komkujiyeke girantir pêk anîn.

Li ser me gelê Kurd ferz e ku em xwe biparêzin û têbikoşin. Bi hemû hêza xwe li hemberî van qirkirinan li ber xwe bide û têkoşîna xwe ya pîroz bilind bike.

Divê em hemu Kurd ji bo azadiya welat û gelê xwe rabin ser piyan û tekoşîna xwe pêş bixin. Dem dema têkoşîn û hevgirtinê ye. Em ê li dijî qirkeran bi ser bikevin. Dijminê gelê me bê qîmet û rûreş bûye. Ger em hemû bi hev re têbikoşin, têkçûna wan nêzik bûye.

Divê em hemû jî berpirsiyariyên xwe bi cîh bînin û neyarê xwe têk bibin. Biji tekoşîna gelê me.”