Faîlê Komkujiya Parîsê dîsa hat destgîrkirin
Êrîşkarê ku li paytexta Fransa Parîsê sê aktîvîstên Kurd qetil kir, dîsa hat destgîrkirin.
Êrîşkarê ku li paytexta Fransa Parîsê sê aktîvîstên Kurd qetil kir, dîsa hat destgîrkirin.
Êrîşkarê 69 salî Wîllîa M. ê ku li Parîsê roja 23’ê Kanûnê bi çekê êrîşê Navenda Çanda Kurd û du kargehên Kurdan kir û di encamê de sê aktîvîstên Kurd qetil kir û sê jî birîndar kir, bi hinceta tenduristiyê birin klînîga psîkîyatriyê. Piştre dîsa hat destgîrkirin.
Di klînîka girêdayî emniyetê de biryar hat dayîn ku kujer bê destgîrkirin û ji saet 16.25’an şûn ve, dîsa hat destgîrkirin.
Kujer Wîllîam M. êrîşê Navenda Çanda Kurd, restoranek Kurdan û salonek kuaforê ya Kurdan kiribû. Piştî kujer bi çeka xwe ve hat girtin, hat destgîrkirin.
Dozgeriya Parîsê piştî komkujiyê rojekê; roja 24’ê Kanûnê biryara destgîrkirinê ya derbarê kujer de rakiribû. Dozgeriyê rewşa tenduristiyê ya kujer hincet nîşan da û ragihandibû ku êrîşar birine Nexweşxaneya Midûriyeta Emniyeta Parîsê. Hat gotin ku îro piştî nîvro bijîjkê ku êrîşkar mûayene kir, diyar kiribû ku rewşa tenduristiyê ne li gorî tedbîra destgîrkirinê ye.