Li Sydneyê qetlîama li Parîsê hate protestokirin
Kurd û Avûstralyayiyên li Sydneyê qetlîama li Parîsê protesto kirin.
Kurd û Avûstralyayiyên li Sydneyê qetlîama li Parîsê protesto kirin.
Kurdistanî û Awûstralyayiyan qetlîama li Navenda Çanda Kurd a li Parîsê, protesto kirin.
Di daxuyaniya li ser navê Komîteya Amadekar a çalakiya li Qada Town Hallê de hat destnîşankirin ku êrîş û qetlîamên li dijî gelê Kurd ne tenê li çar parçeyên Kurdistanê, li navenda Ewropayê jî didome.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rayedarên dewleta Fransa bi israr dixwazin vê qetlîamê wekî qetlîameke terorîstî pênase nekin û dixwazin vê komkujiyê bixin nava dozeke edlî. Dema ku dewleta Fransa komkujiya Sakîne Cansiz û rêhevalên wê veşart, dixwaze ser vê komkujiyê jî veşêrin.”
Di peyamê de hat gotin, "Ev êrîşeke terorî ye û navnîşana wê dewleta faşîst a AKP-MHP'ê, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu û Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan e."
DKTF'ê bang li hikûmeta Awûstralyayê kir ku ji bo eşkerekirina komkujiyê zextê li dewleta Fransayê bike.