Biryara destgîrkirinê ya derbarê kujer Wîllîam M. de, hat rakirin!

Kujer Wîllîam M. roja 24’ê Kanûnê êrîşê Navenda Çanda Kurd a li paytexta Fransa Parîsê kir û 3 aktîvîstên Kurd qetil kir. Biryara destgîrkirinê ya derbarê kujer Wîllîam de bi hinceta rewşa tenduristiyê hat rakirin.

Kujer Wîllîam M. ê 69 salî roja 23’ê Kanûnê êrîşê Navenda Çanda Kurd, restorana Kurd a li beramberî wê û salona kuaforê ya Kurd kir. Kujer piştî ku bi çeka xwe ve hat girtin, hatibû destgîrkirin.

Piştî rojekê biryara destgîrkirinê ya derbarê êrîşkar de, hat rakirin. Dozgeriya Parîsê rewşa tenduristiyê ya kujer hincet nîşan da û ragihand ku kujer birina Nexweşxaneya Psîkîyatrî ya Midûriyeta Emniyeta Parîsê.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îro piştî nîvro bijîjk êrîşkar mûayene kir û gotibû ku rewşa wî ya tenduristiyê ne li gorî tedbîra destgîrkirinê ye.”

Dozgeriyê got ku lewma dema rewşa tenduristiyê destûr da û heta diçe lêpirsîna dadgeh, tedbîra destgîrkirinê hatiye rakirin.

Dozgeriyê diyar kir ku lêpirsîn dewam dike. Heman dozgeriyê ragihand ku di lêpirsîna ku nava rojê hatî rêvebirin de, “pênaseya nîjadperest” hatiye esasgirtin. Bi gotinek din ji ber sûcê “cînayetên nîjadperest û teşebusê cînayetan” weke “bûyerek edlî” lêpirsîn hatiye despêkirin.

Wezîrê Edaletê Erîc Dûpond-Morettî di civîna bi nûnerên Kurdan re kir de gotibû ku pênaseya “kesayeta nîjadperest” wê di cezayê girtîgehê yê heta dawiyê de, tu guhertinê çêneke, anîbû ziman ku timî bi Dozgeriya Antî-Teror û Dozgeriya Parîsê re di nava têkîliyan de ye.

Nûnerên Kurdan diyar kir ku êrîş “êrîşek terorî ye” û awayê lêpirsîna ku dozgeriyê vekirî, red kirin. Wezîr Morettî gotibû ku di encama lêkolînê de li gorî hêmanê bên bidestxistin, dibe ku pênase bê guhertin.