Li Lavrîoyê li dijî tecrîd û Komkujiya Parîsê meş hat lidarxistin

Bi pêşengiya TCŞ û TêkoJIN’ê Kurdistanî û dostên wan li Atîna/Lavrîoyê hatin ba hev û tecrîd û Komkujiya Parîsê şermezar kirin.

Li navenda Lavrîo ya nêzê paytexta Yewnanistan Atînayê, bi pêşengiya endamên TCŞ û TêkoJIN’ê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û Abdullah Ocalan û komkujiya li Parîsê ku bû sedema şehadeta sê Kurdan, bi meşek girseyî hat protestokirin.

Gelê Kurd û dostên wan tevlî meşê bûn û bertek nîşanî dewleta Tirk û Fransayê dan.

Sînan Ozturk di çalakiyê de li ser navê TCŞ’ê daxuyanî xwend û got ku ew dizanin ev komkujiya 23’ê Kanûnê li Parîsê qewimî, berdewama Komkujiya 9’ê Çileya 2013’an a li Parîsê ye; divê dewleta Fransa êdî li hemberî vê komkujiyê bêdeng nemîne, hingê ku bêdeng bimîne weke parçeyek ê vê komkujiyê rol dilîze.