KCDK-E: Li Fransayê bi deh hezaran kesî hêrsa li dijî komkujiya Parîsê nîşan dan

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) diyar kir, ku li Fransayê bi deh hezaran kesî hêrsa xwe ya li dijî Komkujiya Parîsê ya roja Şemiyê nîşan dan û spasiya gelê Kurd û dostên wan kir ku beşdarî meşa li Parîsê bûn.

Di daxuyaniya nivîskî ya Hevserokatiya KCDK-E de, hat xwestin ku ji bo çalakiya nobetê ya li Parîsê destpê kir her kes seferber bibin. KCDK-E diyar kir, ku dema merasîma veşartina şehîdan wê piştre bê eşkerekirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk komkujiyên ku li Kurdistanê pêk anî, derbasî Ewropayê jî kir. Bêdengiya welatên Ewropayê ya li pêşberî qetlîamên li Kurdistanê û redkirina eşkerekirin û nixumandina berpirsyarên kujerên hevrê Sakîne, Leyla û Fîdan ên 9'ê Çileyê, rê li ber komkujiya Kurdan a li Parîsê vekir.

Kurdistanî û dostên wan ên ku bi hêrseke mezin li dijî komkujiya 23’ê Kanûnê li ber xwe dan, ji çar aliyên Ewropayê ber bi Parîsê ve seferber bûn. Bersiva bi dehhezaran a ji bo kesên ku difikirin bi qetlîamên dewleta Tirk wê meşa azadiyê ya gelê Kurdistanê rawestînin, ev e ku hûn nikarin bi komkujî û zilmê pêşî li meşa me ya azadiyê bigirin. Dîsa peyam hat dayîn ku heta dewleta Fransa vê komkujiyê bi hemû aliyên xwe ronî bike wê têkoşîn bê navber bidome.

Gelê me yê ku ji çar aliyê Ewropayê hat û bi fedakariyeke mezin beşdarî meşa li dijî vê komkujiya duyemîn a dewleta Tirk a li Parîsê pêk anîbû, helwesteke girîng nîşan da.

Em spasiya gel û dostên xwe yên beşdarî vê meşê bûne dikin. Lê divê em bizanibin ku ev destpêkek e. Heta ku em encam bigirin divê em têkoşîna xwe li her derê bilind bikin.

Em dizanin ku komkujî û êrîşa li Parîsê hate kirin, êrîşa li dijî nirxên me, saziyên me, nasnameya me û têkoşîna me bû.

Ji ber vê heta em şehîdên xwe bigirin û bişînin Kurdistana pîroz, em ê ji bo şehîdên xwe li ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsê ku komkujî lê pêk hat nobetê bigirin.

Şehîdên me û çalakiya nobetê rûmeta me ne û xwedîderketina li rûmeta me peywira sereke ya mirovbûnê ye.

Bi vê çalakiyê re em ê sekna xwe ya bi biryar bi bîr bînin ku heta hikûmeta Fransayê hemû aliyên komkujiyên Parîsê eşkere bike, em ê têkoşîna xwe bênavber li tevahiya cîhanê bidomînin.

Weke KCDK-E em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku çalakiya nobetê ya ku me bi berpirsyariya tevlîbûna meşa duh li Parîsê dest pê kir, seferber bibin û di asta herî bilind de beşdarî merasîma oxirkirina şehîdên me yên ku em ê piştre bi raya giştî re dîroka wê parve bikin dikin."