Komkujiya Parîsê li Lefkoşayê hat protestokirin

Kurdistaniyên ku ji bajarên Qibrisê ber bi Lefkoşayê ve herikîn, piştî meşê çelenga reş danîn ber Balyozxaneya Fransayê û gotin ku ew ê hesabê ji dewleta Fransayê ku hewl dide komkujiyê binixumîne, bi pirsin.

Ji bo protestokirina komkujiya ku 23’ê Kanûnê li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li paytexta Fransa Parîsê qewimî, Kurdistanî û dostên wan ên li Qibrisê dijîn ber bi Balyozxaneya Fransa ya li Lefkoşayê ve meşiyan.

Li ser banga Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê, Kurdistanî di saetên sibehê yên zû de ji Larnaca, Lîmasol, Paphos û Poliyê ber bi Nîcosîayê ve ketin rê û herikîn ber Wezareta Karên Hundir a Qibrisê ku qada çalakiyê ye.

Çalakger ji vir ber Balyozxaneya Fransayê ve meşiyan, pankartek mezin ku wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin û wêneyên Evîn Goyî (Emîne Kara), hunermendê Kurd Mîr Perwer (M. Şirîn Aydin) û Abdûrrahman Kizil ên di Komkujiya Parîsê ya 2’emîn de şehîd bûn, li ser bûn û alên tevgera azadiya Kurd hildan. Kurdistaniyan di meşê de bi Kurdî, Tirkî û Rûmî bê navber dirûşmeyên “Kujer dewleta Tirk, hevkar Fransa”, “PKK, Tolhildan”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî”, “Dewleta Tirk a dagirker”, “Bimre xiyanet” û “Kurdistanê wê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin. Çalakî li ber Balyozxaneya Fransayê veguherî mîtîngê û di şexsê kesên di Komkujiya Parîsê de şehîd bûne deqeyek rêz hat girtin. Piştre çelenga reş li ber avahiya balyozxaneyê hat danîn.

Girseyê bertek nîşanî biryara hikûmeta Fransayê ya rakirina biryara destgîrkirina faîlê Komkujiya Parîsê, da. Girseyê daxuyaniya Meclîs Gelê Kurd a Qibrisê xwend û got: “Em ê hesabê komkujiyê bipirsin.”

Piştre siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat axivî û diyar kir ku dewlet dixwazin Komkujiya Parîsê weke bûyerek ji rêzê bigrin dest. Serhat destnîşan kir ku Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê ku komkujî weke êrîşek “nijadperest” bi nav kir, di roja yekem de armanca xwe diyar kir û wiha got: “Lê em gelê Kurd, em ê hesabê ji faîl, zihniyeta AKP-MHP’ê ya faşîst û dewlet Fransayê ku hewl dide vê komkujî binixumîne, bipirsin. Hemû cîhanê dît ku gelê Kurd di van du rojên dawî de bi sekna xwe ya bi rûmet, dikare çi bike. Ev hîna destpêk e. Em ê heta hesabpirsîna qetilkirina hevalên xwe, li qadan bin. Hêvî dikim ku hikûmeta Fransa demildest ji şaşitiya xwe vegere.”