EWROPA
Hemû Nûçe
-
Hêvî Gabar û Guven Doza li Berlînê hatin bibîranîn
Meclîsa Jinan Dest-Dan’ê bi boneya salvegera şehadeta Hêvî Gaba û Guven Dozayê, bernameya bîranînê çêkir, di bîranînê de wiha hat gotin: “Divê em hemû ji bo keda şehîdan bixebitin.” -
‘Wê têkoşîna me ya ji bo Rêbertiya azad û Kurdistana azad berdewam be’
Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk ku di çalakiya rûniştinê ya li Cenevreyê de axivî, got ku ew ê bi komîteya dîplomasiyê ku wê ji nûnerên gelê Kurd ava bikin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ya hemû girtiyên siyasî û Kurdistanê, têbikoşin. -
Ji bo Abdullah Ocalan bang li saziyên Yekîtiya Ewropayê hate kirin
Kampanya Sendîkayî ya Azadî ji bo Abdullah Ocalan têkildarî tecrîda li Îmraliyê li ber Parlamenta Ewropayê civîneke çapemeniyê ya lezgîn lidar xist. Di daxuyaniyê de ji bo bidawîkirina tecrîdê bang hate kirin ku bi lez bikevin nava liv û tevgerê. -
‘Hêviya min ne ji dewletan lê ji gelan heye’
Xoşnav Ata ku 355 roj in li ber OPCW’ê daxwaza edaletê dike, diyar kir ku wî hevî ne ji dewletan lê ji gelan heye û wiha bang kir: "Em Kurd û dostên Kurdan, dengê xwe bikin yek û li ber çekên kîmyewî rabibin." -
Li Spanyayê rastgir bi ser ketin lê dibe ku çepgir hikumetê ava bikin
Di hilbijartinên giştî yên ku li Spanyayê hatin kirin de, rastgir bi ser ketin lê di binê hedefa xwe de man. Serokwezîrê niha yê çepgir Pedro Sanchez di pozîsyoneke baş de ye û dibe ku hikumetê ava bike. -
Ji Civîna Anarşîst a 150’emîn heta Lozanê
Ji bo bîranîna salvegera 150’emîn a Enternasyonal Antî-otorîter a ku di sala 1872’an de pêk hatibû, ji welatên cihê 5 hezar kes di 19-23’ê Tîrmehê de li çiyayên Jûra yên Swîsreyê kom bûn. -
Şehîd Denîz û Aydîn li Heîlbronnê hatin bibîranîn
Şehîd Seher Denîz û Şehîd Şehmûs Aydin li Heîlbornnê hatin bibîranîn. -
Li Berlînê salvegera Şoreşa Rojava hat pîrozkirin
Bi boneya salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava li paytexta Elmanya Berlînê pîrozbahî hat lidarxistin. -
Konferansa Lozanê bi dawî bû
Konferansa Lozanê ya bi armanca niqaşkirina sedsala bê ya Kurdan hat lidarxistin, bi dawî bû. Biryarên di encama nîqaşên di konferansa ku du rojan dewam kir de hatin girtin, wê sibe weke encamnameyekê bi raya giştî re bê parvekirin. -
Li Sydneyê li dijî Peymana Lozanê meş hat lidarxistin
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, Kurdistanî û dostên wan li dijî Peymana Lozanê meşiyan. -
Di konferansa Lozanê de têkoşîna 100 salî hat nîqaşkirin
Di Konferansa Lozanê de mijara “Li dijî encamên Peymana Lozanê têkoşîna 100 salî” hat nîqaşkirin. -
Di konferansa Lozanê de kevneşopiya têkoşînê ya jinên Kurd hate nîqaşkirin
Di roja duyemîn a konferansa Lozanê de mijara "Sala 100'emîn a peymana Lozanê - Ji perspektîfa jinên Kurd nirxandina kolonyalîzmê" hate nîqaşkirin. -
Kurd li Lozanê ne: Plana qirkirinê dewam dike, em ê destûrê nedin
Beşdarên konferansa li dijî Peymana Lozanê gotin, "Kurd êdî Kurdên berê nînin. Tevgera azadiyê ya Kurd nirxên girîng afirand." Beşdaran diyar kirin ku plana qirkirinê ya dewleta Tirk dewam dike. -
Li Lîmasolê Şoreşa Rojeva hat pîrozkirin
Bi boneya salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê li bajarê Lîmasol ê Qibrisê şahî hat lidarxistin. -
‘Di sedsala nû de yekîtiya neteweyî û tevgera hevpar ji bo Kurdan girîng e’
Konferansa ‘’Di sala 100’emîn a Peymana Lozanê de Helwesta Gelên Kurdistanê’’ bi panela “Peymana Lozanê û encamên wê yên li Kurdistanê” bi dawî bû. Di panelê de bal hate kişandin ser girîngiya yekîtiya neteweyî û tevgera hevpar di sedsala nû de. -
Di Konferansa Lozanê de bang ji bo yekitiya neteweyî hat kirin
Konferansa Lozanê ya bi armanca niqaşkirina sedsala bê ya Kurdan hat lidarxistin, berdewam e. Di konferansê de bang hat kirin ku ji bo avakirina pêşeroja bi sed salên bê, divê mirov li dor siyaseteke neteweyî bibe yek. -
Meşa Mezin a Lozanê: Em Peymana Lozanê red dikin!
Kurdistaniyan ku bi boneya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê meşeke protestoyî li dar xist, got: ‘’Peymana Lozanê, siyaseta perçekirî û polîtîkayên bêedalet qebûl nakin. Êdî dema yekitiyê ye.’’ -
Kurd li dijî Lozanê dimeşin
Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê li dijî peymana Lozanê ya înkar û qirkirinê dimeşin. -
Konferansa dîrokî ya li Lozanê dest pê kir
Li Lozanê ya ku paytexta Swîsreyê ye derbarê di sed salên dawîn de tiştên hatine serê Kurdan û bandora vî tiştî ya li ser sedsala pêş a Kurdan, konferansek tê lidarxistin. -
Li Kopenhangê ‘standa azadiyê’ hat danîn
Endamên Platforma Piştevaniyê ya Kurdistanê li qada Nytorv stand danîn û gotin: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêberê me ye jî.” -
Li Rûsyayê Şoreşa 19’ê Tîrmehê hate pîroz kirin
Kurdên li Rûsyayê dijîn, salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê pîroz kirin. -
Li Munchenê şoreş hat pîrozkirin, êrîş hatin protestokirin
Salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava li Munchenê hat pîrozkirin. Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê jî hatin protestokirin. -
Li Helsînkiyê salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava hat pîrozkirin
Li Helsînkiyê bi boneya salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava şahiyek hat lidarxistin. -
Şehîdên Pirsûsê li Ûlm û Dûîsbûrgê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Pirsûsê di salvegera xwe ya 8’emîn de li bajarên Ûlm û Dûîsbûrg ên Elmanyayê bi çalakiyan hatin bîranîn. -
Li St. Gallenê li dijî tecrîdê standa agahdarkirinê hat danîn
Ji bo birina balê bi ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, li St. Gallen’ê standa agahdarkirinê hat danîn.