Li Lîmasolê Şoreşa Rojeva hat pîrozkirin

Bi boneya salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê li bajarê Lîmasol ê Qibrisê şahî hat lidarxistin.

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê bi boneya Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê şahiyek hat lidarxistin. Şahî ku li şanoya amfî ya Parka Moloz bi beşdariya dehan kesî pêk hat, bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Nûnerê PYD’ê Yasîn Terbûş di şahiyê de axivî û wiha got: “Bihara Ereban ku li Tûnisê dest pê kir, her çiqas di desthilatdariyê de guhertînê çêkiribe jî, yekane tişta ku guhertî hatina desthilatdariyên olî bû. Lê şoreşa ku li Rojava pêk hat, tevî hemû astengî û êrîşan jî bû şoreşa gel. Gelê me jî dizane ku di xeta 3’emîn a Rêber Apo de pêk hat. Şoreşa Rojeva li gel dewleta Tirk û çeteyên wê jî cihê xwe dît û bû mînaka jiyana hevbeş a gelek gelan. Îro şoreşa ku li Rojava pêk hat, bi encam bûye.”

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.