Şehîdên Pirsûsê li Ûlm û Dûîsbûrgê hatin bibîranîn

Şehîdên Komkujiya Pirsûsê di salvegera xwe ya 8’emîn de li bajarên Ûlm û Dûîsbûrg ên Elmanyayê bi çalakiyan hatin bîranîn.

Ji bo 33 ciwanên Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê di di encama êrîşa AKP-MHP û çeteyên DAÎŞ’ê de hatin qetilkirin, li bajarên Ûlm û Dûîsbûrg ên Elmanyayê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

DÛÎSBÛRG

Girseya ku li ser banga Federasyona Karkerên Koçber li Elmanyayê (AGÎF) û Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel li ber stasyona trenê ya navendî ya Dûîsbûrgê li hev civiyan, di salvegera 8’emîn de bi meşekê komkujiyê protesto kirin. 

Di axaftinên çalakiyê de wiha hate gotin: “Bi qetilkirina 33 ciwanên di encama hevkariya AKP û DAÎŞ’ê, xwestin pira di navbera gelan de xera bikin, Kurdan bi tenê bihêlin û komkujiyê bikin. Lê em ê ji her demê bêhtir xwedî hêviyên azadiya gelan derkevin.”
Di meşê de gelek caran dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.

ÛLM

Bi boneya salvegera 8’emîn a qetilkirina 33 ciwanên sosyalîst, li ser banga Yêkîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) a Ûlmê mîtîngeke bîranînê hat lidarxistin. Di mîtînga ku li qada Ûlm Munsterê hat lidarxistin de pankarta bi nivîsa “Edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî” hat vekirin û li ber pankartan mûm û gulên sor hatin danîn.

Di çalakiya ku saziyên koçberên şoreşger-demokratîk ên wek AGÎF, ATÎF, FED-GEL, SKB û DÎDF tevlî bûn de axaftinên bi zimanê Elmanî û Tirkî hatin kirin. Axaftvanên ku gotin, “Em daxwaza xwe ya, “Edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî, li her derê diqîrin” peyama berdewamkirina têkoşînê dan. 

Di axaftinên li ser navê AVEG-KON’ê de jî wiha hat gotin: “Dewleta ku kiryarê Komkujiya Pirsûsê ye, weke her carê bi rojan in li kolanan ketine pey şoreşgeran. Hêzên dewletê ku zextê li ciwanên sosyalîst ên ku bi rojan e ji bo çalakiyên salvegera Pirsûsê bang dikin, dike herî dawî di 18’ê Tîrmehê de 6 ciwanên şoreşger bi êşkenceyê destgîrkirin û girtin. Ev qîrîna ku kolanan veguherand qada cengê û hêrsa Komkujiya Pirsûsê hildide, ji êşkencexaneyan heta salonên dadgehê bû cesareta hesabpirsînê.”

Di mîtîngê de Şoreşa Rojava hat silavkirin û mîtîng bi berzkirina dirûşmeyan dawî bû.