Di konferansa Lozanê de têkoşîna 100 salî hat nîqaşkirin
Di Konferansa Lozanê de mijara “Li dijî encamên Peymana Lozanê têkoşîna 100 salî” hat nîqaşkirin.
Di Konferansa Lozanê de mijara “Li dijî encamên Peymana Lozanê têkoşîna 100 salî” hat nîqaşkirin.
Konferansa bi navê “Di Sala 100’emîn a Peymana Lozanê de Helwesta Gelên Kurdistanê” ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya salvegera 100’emîn a Lozanê organîze kir, di roja duyemîn de, mijara dîroka têkoşîna li dijî Lozanê hat nîqaşkirin.
Panela ku ji aliyê Behre Mohamed Mehmod û Rojan Hazim ve hate birêvebirin, ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Viyaneyê Prof. Naîf Bezwan, ji Zanîngeha Jagîelleonîan ya Polonyayê Dr. Azad Hajî Aghayî, Nivîskar Arêz Abdullah û Nivîskar Dr. Heval Ebûbekir weke axaftan beşdar bûn.
Dr. Azad Hajî Aghayî di panelê de axivî û derbarê têkoşîna mafên Kurdan a piştî Şerê Cîhanê yê Yekem û têkiliyên wan ên bi dewletên biserketî re agahî da û got: “Hebûna pirsgirêka Kurd a dîrokî bi peymana Lozanê ku di navbera dewletên biserketî û dewleta Tirk de hatiye kirin, derket holê. Kurd ji ber zextên dewletên nû ava bûne nikarin mafên xwe bi dest bixin. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem Kurd bi malbat, êşîr û erdîngarî ve tên parçekirin. Bi peymana Lozanê re di navbera 3 dewletên nû de tê dabeşkirin. Ev peyman di heman demê de binesaziya bêstatû mayina Kurdan derdixe holê. Ji aliyê erdîngarî ve jî di navbera dewletan de tê dabeşkirin. Peymana Lozanê ji bo hemû welatiyên Tirkiyeyê azadiya çand û ziman nas dike, lê Kurd ne weke gel û ne jî weke neteweyeke cuda tên naskirin. Peymana Lozanê di heman demê de dibe sedema xitimandinê. Çareseriya pirsgirêka Kurd bê encam dimîne. Ev jî zilm û înkara dewletên zalim bi xwe re tîne.”
Dr. Azad Hajî Aghayî jî anî ziman ku dewleta Tirk ku alîgirê Peymana Lozanê ye, îro jî bi vê peymanê razî nabe û hemû mafên Kurdistanê li seranserê cîhanê kiriye hedef.
‘LI DIJÎ ÊRÎŞAN DIVÊ BI HEV RE TÊBIKOŞIN’
Nivîskar Arêz Abdullah jî destnîşan kir ku bêhiqûqiya li dijî gelê Kurd bi Lozanê re dest pê kiriye û îro jî berdewam dike û got: “Kurd bi berxwedana xwe ya li dijî vê yekê peymanê qebûl nekirin û ji hemû cîhanê re îspat kirin ku ev peyman ne rewa ye.” Arêz Abdullah bal kişand ser zêdebûna êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û îşaret pê giringiya têkoşîna tifaqa Kurdistanî û siyaseta yekitiyê ya li dijî vê yekê kir.
Panelîstên din jî têkoşînên gelê Kurd ên di sedsala dawî de nirxandin û anîn ziman ku girîng e bi kongreya neteweyî û siyaseta yekitiyê bikevin sedsala nû.
Panel bi pirs û bersivan berdewam kir.