Li Sydneyê li dijî Peymana Lozanê meş hat lidarxistin
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, Kurdistanî û dostên wan li dijî Peymana Lozanê meşiyan.
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, Kurdistanî û dostên wan li dijî Peymana Lozanê meşiyan.
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê bi pêşengiya Meclîsa DKTM’ê li dijî Peymana Lozanê meş hat lidarxistin. Meş li Qada Şaredariya Sydneyê dest pê kir. Kurdistanî û dostên wan ên Awûstralyayî, Parlamenterê Keskan NSW’yê Jamie Parker, Senator Lee Rhiannon, Bill Crews, berdevkê Koma Rojava Solidarity Sydney Peter Boyle û rojnamevan û nivîskarê Kurd Mansour Rezaki tev li meşê bûn.
Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, KCK, YPG, YPJ û PJAK’ê hatin hildan.
Girseya gel bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ berz kirin. Piştî meşê li ser navê Komîteya Amadekar axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bal kişandin bi ser hişmendiya qirker a Lozanê û berxwedana gelê Kurd. Axaftvanan peyama “Li dijî Peyaman Lozanê jin, mêr, kal, zarok û YPG/YPJ li Rojava, li Îmraliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li çiya jî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li ber xwe didin“ dan.
Axaftvanan anî ziman ku ew bi tu awayî qebûl nakin ku PKK bikeve lîsteya rêxistinên terorîst de û gotin: “PKK’ê dawiya DAÎŞ’ê anî.“
Piştî axaftinan hunermendê TEV-ÇAND’ê Xanemîr sirûda “Herne Pêş“ got.