Li St. Gallenê li dijî tecrîdê standa agahdarkirinê hat danîn

Ji bo birina balê bi ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, li St. Gallen’ê standa agahdarkirinê hat danîn.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê ji bo balê bibin ser gef û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa agahdarkirinê danî.

Li standa ku li Markplatzê hat danîn, danasîna pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Elmaniyê hatine wergerandin û pirtûkçeyên li ser tevgera ciwanan hat kirin.

Ciwanan, belavokên bi sernavê “Abdullah Ocalan kî ye, azadiya wî çima giring e?“ belav kirin û ji Swîsreyiyan re behsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda li ser kir.