Kurd li Lozanê ne: Plana qirkirinê dewam dike, em ê destûrê nedin

Beşdarên konferansa li dijî Peymana Lozanê gotin, "Kurd êdî Kurdên berê nînin. Tevgera azadiyê ya Kurd nirxên girîng afirand." Beşdaran diyar kirin ku plana qirkirinê ya dewleta Tirk dewam dike.

Peymana Lozanê ku Kurdistan kir çar parçe û komkujî û qirkirin li ser Kurdan û gelên herêmê ferz kir, di sala sedemîn de li bajarê Lozanê yê Swîsreyê tê şermezarkirin. di vê çarçoveyê de li Salona Kongreyê ya Lozan Beauliu (Salle de Congres de Beauliue) bi beşdariya 600 delegeyî yên ji çar aliyên kurdistanê konferansek ji bo du rojan tê lidarxistin.

Ji beşdarên konferansê, ji YNK'ê Bilêse Cebar Ferman, endamê Komîteya Dîplomasiyê ya KNK'ê Fîkret Îgrek, siyasetmedarê Kurd Mûsa Farisogûllari, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Abdulkerîm Omer li ser wate û girîngiya konferansê ji ajansa me re axivîn.

FERMAN: TÊKOŞÎNA ME WÊ DEWAM BIKE

Bilêse Cebar Ferman diyar kir ku weke YNK ew ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşin û bi vê armancê tevlî konferansê bûne. Bilêse Cebar Ferman destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya çar parçeyên Kurdistanê dewam bikin.

ÎGREK: EM Ê STRATEJIYA HEVPAR DIYAR BIKIN

Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya KNK'ê Fîkret Îgrek anî ziman ku rejîma AKP-MHP'ê dixwaze di sedsala duyemîn a Lozanê de destketiyên Kurdan hemûyan tune bike û got, "Dewleta Tirk dixwaze sînorê Mîsakî Mîlî berfireh bike, li Rojava, Başûr destketiyan tune bike. Peymana 2020'î ya li ser Şengalê, dagirkirina Serêkaniyê û Efrînê ji bo vê armancê hatin kirin. Her wiha êrîşên li Bakur, tecrîda giran a li ser Birêz Abdullah Ocalan, di çarçoveya armancên Lozaneke duyemîn a dewleta Tirk de têne kirin."

Îgrek destnîşan kir ku armanca konferansa li Lozanê tê lidarxfistin jî diyarkirina stratejiyeke hevpar a lid ijî dewleta Tirk a mêtinger e û got, "Gelê Kurdistanê bi berxwedana xwe, bi têkoşîna xwe destketiyên girîng bi dest xist. Ji niha û pê ve jî wê bi berxwedanê li ber her cûre êrîşan rabe. Li gel vê yekê divê stratejiyeke siyasî bê avakirin."

FARISOGÛLLARI: EV KONFERANS BI ROLEKE DÎROKÎ RADIBE

Siyasetmedarê Kurd Mûsa Farisogûllari Peymana Lozanê weke belgeya tunekirina Kurdan pênase kir û got, "Ev konferans jî nîşaneya redkirina Peymana Lozanê ye. Nirxandinên beşdarên konferansê dîrokî ne. Em bi îdîa ne ku nîqaşên li vê derê veguherînin biryarekê."

Farisogûllari got, "Gelê Kurd wê êdî bi hêza xwe, Lozanê qebûl neke. Di vê çarçoveyê de em vê Lozanê li bajarê Lozanê red dikin."

Farisogûllari destnîşan kir ku divê sedsala nû bikin sedsala azadiya gelê Kurd û got, "Lewma ev konferans bi roleke dîrokî radibe.

OZTURK: BIRYARÊN KONFERANSÊ WÊ PÊVAJOYÊ DIYAR BIKE

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî anî ziman ku biryarên di Peymana Lozanê de hatin dayin ji bo mirovahiyê rûreşî ye û got, "Armanca bingehîn a konferansê têkbirina Peymana Lozanê ye. Li dijî Lozanê, li dijî aliyên ku mohra xwe danîne binê Peymana Lozanê divê em têkoşînek xurt bimeşînin. Bi Lozanê re qirkirina çandî û fîzîkî ya Kurdan hate destpêkirin. Ev qirkirin îro hîn jî dewam dike." Berdan Ozturk diyar kir ku konferans dîrokî ye û wê pêvajoya ji niha û pê ve diyar bike.

Hevserokê KCD'ê ragihand ku êrîşên heyî jî li ser çar parçeyên Kurdistanê ye û destnîşan kir ku wê bi gelê xwe yê li tevahiya Kurdistanê bersivê bidin sedsala nû.

OMER: KURD ÊDÎ KURDÊN BERÊ NÎNIN

Abdulkerîm Omer jî bal kişand ser encamên giran ên 100 salan ên Peymana Lozanê û bi bîr xist ku li ge encamên giran jî gelê Kurd destketî bi dest xist. Omer got, "Dewleta Tirk bi Lozaneke duyemîn re dixwaze van destketiyan tune bike. Lewma jî bi her awayî êrîşan dike. Lê belê 100 sal derbas bûn, nekarîn tune bike. Kurd wê ti carî tune nebin. Kurd êdî Kurdên 100 sal beriya niha nînin, Kurd xwedî hêz û gelek dostan e. Biryarên di vê konferansê de bêne dayin wê xizmetê ji yekîtiya Kurdistanê û paşeroja Kurdistanê re bikin."