Li Munchenê şoreş hat pîrozkirin, êrîş hatin protestokirin
Salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava li Munchenê hat pîrozkirin. Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê jî hatin protestokirin.
Salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava li Munchenê hat pîrozkirin. Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê jî hatin protestokirin.
Ciwanên enternasyonalîst û gelê Kurdistanê ku li Meydana Stachus a Munchenê li hev civiyan, salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin û hevkariya dewleta Tirk a dagirker û dewleta Elman protesto kirin.
Li hemberî bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li pêşberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê jî bertek û nerazîbûn hat nîşandan.
Meclîsa Gel a Munchenê û Înîsiyatîfa Ciwanên Kurd a Munchenê jî tevlî çalakiya ku ji aliyê Rojava ve biparêzin ve hat organîzekirin. Di pîrozbahiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin û belavkirin.
Di çalakiyê de alayên YPG/YPJ'ê hatin hilgirtin.