Li Helsînkiyê salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava hat pîrozkirin

Li Helsînkiyê bi boneya salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava şahiyek hat lidarxistin.

Li paytexta Fînlandya Helsînkiyê bi boneya salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava şahiyek hat lidarxistin. Şahî bi pêşengiya Tora Piştgiriya Kurdistanê û NCDK’ê ve hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên Kurdan ên Fînî tev li şahiyê bûn. Qada şahiyê bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemilandin.

Şahî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di şahiyê de axaftin hatin kirin û bal kişandin li ser Şoreşa Rojava. Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî bi dîmen tev li şahiyê bû.

Piştî axaftinan hunermend Rojhat derket li ser dikê û stran gotin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.