‘Wê têkoşîna me ya ji bo Rêbertiya azad û Kurdistana azad berdewam be’

Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk ku di çalakiya rûniştinê ya li Cenevreyê de axivî, got ku ew ê bi komîteya dîplomasiyê ku wê ji nûnerên gelê Kurd ava bikin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ya hemû girtiyên siyasî û Kurdistanê, têbikoşin.

Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 25’ê Çileya sala 2021’ê ve tê her roja Çarşemê li ber avahiya NY’ê tê lidarxistin, 31 meh in berdewam e.

Li qada Natîonê ku Avahiya NY’ê lê ye, kon hatiye vegirtin û çalakiya rûniştinê li dor tê lidarxistin. Çalakî, ji bo bibîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi deqeyekê rêz hat girtin.

Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk ku tev li çalakiyê bû, wiha axivî: ‘’Em Kurd û gelên Kurdistanê Peymana Lozanê qebûl nakin. Çareseriya li dijî bê peymanê me piştî konferansê ku 22-23’yê Tîrmehê hat lidarxistin, bi daxuyaniya çapemeniyê ragihand raya giştî ya cîhanê.’’

Çelîk diyar kir ku danezana ku wan ragihandiye, di esasê xwe de Pergala Konfederal a Demokratîk e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daniye û wiha got: ‘’Dixwazin li polîtîkayên qirkirina fîzîkî, çandî û siyasî dewam bikin. Li dijî van hêzên Kurd û Kurdistan kirine bi qurbana berjewendiyên xwe, em ê hêza xwe tev bigerînin û li têkoşîna xwe dewam bikin.’’

Hevserokê FEDA’yê, bi bîr xist ku biryareke giring di konferansa li Lozanê ya 23-24 Nîsanê de hatiye dayîn. Çelîk anî ziman ku wê nûnerên partî, tevger û baweriyan Kurdan bên ba hev komîteya dîplomasiyê ava bikin û wiha bi axavtina xwe de çû: ‘’Bi komîteya ku parastina gelên bêdewlet ên di banê NY’ê dike, em ê têkiliyê bi Konseya Ewropayê re deynin û gavekê giring ê ji bo azadbûna Kurdistanê biavêjin. Di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşîna ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî em ê wek gavekê xebatên dîplomatîk em ê bi hev re bi rê ve bibin.’’

Piştî axavtina Demîr Çelîk, banga tevlêbûna meşê hat kirin ku wê bi pêşengiya TCŞ û TekoJIN’Ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 29’ê Tîrmehê roja Şemiyê li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bê lidarxistin.