Li Kopenhangê ‘standa azadiyê’ hat danîn

Endamên Platforma Piştevaniyê ya Kurdistanê li qada Nytorv stand danîn û gotin: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêberê me ye jî.”

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê, bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî konê agahdarkirinê hat danîn.

Endamên Platforma Piştevaniyê ya Kurdistanê li qada Nytorv ku turîst lê zêde ne, stand danîn û wiha gotin: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêberê me ye jî. Di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de Kurd û dostên wan divê ji bo azadiya rêberê xwe û hemû girtiyên siyasî û azadiya Kurdistanê bi ruhê yekîtiyê dengê xwe bigihînin cîhanê.”            

Endamên platformê li standê pirtûkên Abdullah Ocalan belav kirin û bi kesên eleqeder re nîqaşan kirin.