EWROPA
Hemû Nûçe
-
Ji bo Dag û Er li Baselê çalakî hat lidarxistin
Di çalakiya ji bo Dag û Er li Baselê hat lidarxistin de hat xwestin tavilê daxwazên wan bên bicihanîn û serbest bên berdan. -
Li Londonê tecrîd hat şermezarkirin
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Muzexaneya Brîtîsh ya Londonê çalakî li dar xistin. -
Şehîdên 14’ê Tîrmehê li Erîvanê hatin bibîranîn
Li Erîvanê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn. -
Di sala 100'emîn de wê Konferansa Lozanê bê lidarxistin
Di 100 saliya Peymana Lozanê de ya ku sala 1923'an hate îmzekirin, li bajarê Lozanê yê Swîsreyê wê konferans bê lidarxistin. Konferansa ku wê encamên Peymana Lozanê lê bêne nîqaşkirin, wê 2 rojan dewam bike. -
Li Cenevreyê li dijî tecrîdê meş hat lidarxistin
Li Cenevreyê bi daxwaza rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin. -
Li Lozanê di 100 saliya Peymana Lozanê de civîn tê lidarxistin
Komîteya Kar û Çalakiyên 100 saliya Peymana Lozanê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku wê di çaroveya 100 saliy Peymana Lozanê de bi tevlêbûna nûnerên partî, rêxistin, sazî û kesayetên Kurdistanî di 22-23’yê Tîrmehê de civînekê li dar bixin. -
Kurdistanî li Marsîlayayê tecrîd protesto kirin
Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi çalakiya rûniştinê li ber Nûnertiya PE’ê tecrîdê protesto kirin û ji bo meşa 22’ê Tîrmehê ku wê li Lozanê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin. -
KNK’ê peymana NATO û Tirkiyeyê şermezar kir
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, xwarkirina serê xwe ji Erdogan re ya NATO û Swêdê û hevkariya wan a sûcên dewletê Tirk ên li dijî Kurdan şermezar kirin. -
Li Zurîhê tecrîd hat protestokirin
Kurdistaniyên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Balyozxaneya Tirk a li Zurihê hatin ba hev, ji hemû dewlet û saziyên navneteweyî xwest ku, ya bi hiqûqî hewce dike bi cih bînin. -
NY’yê xwest ji bo êrîşên artêşa Tirk ên li jinên Kurd lêpirsîneke taybet bê kirin
NY’yê, ji bo binpêkariyên jinên Kurd di şerê dewleta Tirk a li dijî Kurdan de rû bi rû dibin derbikevin holê, bang li Tirkiyeyê ku kir ku bi piştgiriya navneteweyî lêpirsîneke serbixwe û li ber çavan bi rê ve bibe. -
NY: Asta tundiya li dijî jinan li Tirkiyeyê metirsîdar e
NY, di raporeke xwe de îşaret bi metirsîdarbûna tundiya li dijî jinan a li Tirkiyeyê kir. Roportorê Taybet Reem Alsalem, bang li Tirkiyeyê kir ku demildest li Peymana Stenbolê vegere. -
KCDK-E'yê ji bo Dag û Er banga çalakiyan kir
KCDK-E'yê bi bîr xist ku Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ên 56 roj in di greva birçîbûnê de ne û ji ber vê yekê ji bo çalakiyên 14'ê Tîrmehê yên li Ewropa, Awûstralya û Kanadayê banga tevlîbûnê kir. -
KCDK-E'yê kongreya xwe ya 6'emîn lidar xist
KCDK-E'yê bi dirûşma 'Avabûna civakî' kongreya xwe ya 6'emîn lidar xist. Di kongreyê de hate destnîşankirin ku armanca bingehîn azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. -
Li Den Haag û Torontoyê çalakiyên li dijî tecrîdê
Ciwanên Kurd li bajarê Den Haag ê Hollandayê çalakiyek şermezarkirina tecrîdê lidar xistin. Li bajarê Toronto yê Kanadayê jî bi heman armancê çalakî pêk hat. -
Ji bo rûniştina doza 15 rojnamevanan bang hat kirin
Yekitiya Rojnamevanên Kurdistanê, li Swîsreyê têkîldarîê rûniştina doza 15 rojnamevan ku wê sibê bê kirin, bang li meqamên Tirk kir ku rêzê ji mafên rojnamevanan re bigirin. -
KCDK-E’yê bertek nîşanê valakirina Kampa Lavrîoyê da
KCDK-E’yê bertek nîşan ku çima Kampa Lavrîoyê bi zora polîsan hatiye valakirin û bang li hikûmeta Yewnan kir ku dev ji pêkanînên wiha berde. -
Banga tevlêbûna meş û mîtînga Lozanê hat kirin
Komîteya Xebatên Salvegera Sedemîn a Peymana Lozanê, banga tevlêbûna meş û mîtînga ku wê 22’yê Tîrmehê li Lozanên li dar bikevin, bibin. -
Enternasyonalîst li Hannoverê ji bo Rojava meşiyan
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, komek ji ciwanên enternasyonalîst li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava meşiya. -
Li Elmanyayê ciwanan şehîdên enternasyonalîst bi bîr anîn
Ciwanên enternasyonalîst li Frankfûrt û Leîpzîg ên Elmanyayê hatin cem hev û şehîd bi bîr anîn. -
Kurdên li Rûsyayê: Ji bo Abdullah Ocalan divê li her derê çalakî bên kirin
Kurdên li Rûsyayê dijîn li dijî tecrîda li Îmraliyê kom bûn û diyar kirin ew ji ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî bi fikar in û banga çalakiyan kirin. -
TCŞ Û TekoJIN: Ji bo agahî ji Rêber Apo bê wergirtin dakevin qadan
Tevgerên Ciwanên Ewropayê TCŞ û TekoJIN, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga daketina qadan li gel kirin. -
KON-MED: Li dijî tecrîdê em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
Hevserokên KON-MED'ê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li gelê Kurd kirin ku bi ruhê seferberiyê dakevin qadan. -
Baran Mawa li Den Haagê hat bibîranîn
Baran Mawa li Den Haagê bi çalakiyekê hat bibîranîn. -
Li Saarbruckenê tecrîd hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li bajarê Saarbruckenê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û çalakî li dar xistin. -
Li Marsîlyayê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn
Bi pêşengiya TCŞ’ê ji bo Baran Mawa, Delîl Çiyager, Cesûr Azad û Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin çalakiya bîranînê hat lidarxistin.