Konferansa bi navê ‘’Di Sala 100’emîn a Peymana Lozanê de Helwesta Gelên Kurdistanê’’ ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya salvegera 100’emîn a Lozanê organîze kir, di roja yekem de bi panela “Peymana Lozanê û encamên wê yên li Kurdistanê” bi dawî bû.
Di panela bi moderatoriya Selma Irmak û Xelîl Xezerî de, Dîroknasê Têkiliyên Navneteweyî Dr. Suheyla Qadirî, ji Zanîngeha Selahedîn Prof. Narmen Muhamad Amen Alî, Lêkolîner û Nivîskar Mehmet Bayrak weke axaftvan tevlî bûn, Hevseroka Komîteya Kordînasyona Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Abdulilah Al Mustafa jî ji ber nekarî vîzeyê bigire beşdar nebû.
SERBILIND: STAREJIYEKE NETEWEYÎ AVA BIKIN
Beriya panelê Serokê Partiya Îslam a Kurdistanê (PÎK) Hikmet Serbilind derket ser dikê û têkildarî Peymana Lozanê axaftinek kir. Serbilind got: “Hemû dewletên ku Kurdistanê dagir kirine misilman in. Mafên ku dan xwe, nedan Kurdan. Kuştin û komkujiya Kurdan rewa dîtin. Ti carî baweriya min bi dewletên Îslamî yên Kurdistanê dagir kirine, nîne.”
Serbilind da zanîn ku divê gelê Kurd kongreya xwe ya neteweyî li dar bixe û siyaseta yekîtiyê ava bike û wiha berdewam kir: “Di hizir û mejiyê her Kurdekî de feraseta yekîtiyê çêbûye. Em jî weke partiyên siyasî daxwazên gelê xwe pêk bînin. Nûnertiyeke neteweyî, yekîtiyek stratejîk ava bikin û em jî li ser axa xwe bibin dewlet.”
Piştre li ser navê Rêxistina Kawa Hesen Huseyîn mafê axaftinê girt. Hasan Huseyîn bi bîr xist ku ev peyamana ku 100 sal berê Kurdan înkar û îmha kir, bi îmzeya Fransa, Îngilîstn û dewletên din veguherî qirkirinê û got: “Ev dewlet li ba gelê Kurd sûcdar in.”
IRMAK: JI BO PÊŞÎ RÊ LI BER QIRKIRINÊ BIGIRIN, BIRYARAN BIGRIN
Piştî axaftinan panela “Peymana Lozanê û encamên wê yên li Kurdistanê” dest pê kir. Parlementera berê ya HDP’ê Selma Irmak di panelê de nirxandinek kurt kir û wiha got: “Li Lozanê hewl dan Kurdan tine bikin, lê Kurdan bi berxwedana xwe ev yek pûç kirin. Ji bo ku sedsala bê bi qirkirinan re derbas nebe, em ê îro li vir biryarên girîng bigirin. Em ê vîn û hêviya xwe eşkere bikin.”
Panelîstê ewil Prof. Narmen Muhamad Amen Alî, der barê têkiliyên hêzên hegemonîk ên navneteweyî û herêmê ên bandora wan li ser Kurdan agahî dan. Amen Alî diyar kir ku li Lozanê di encama hevkariya hêzên hegemonîk û dewletên herêmê de peyamana tinekirina Kurdan derketiye holê û anî ziman ku bi vî rengî Kurd bê statu hatin hiştin.
SUHEYLA QADIRÎ: DI SEDSALA NÛ DE YEKÎTIYA NETEWEYÎ JI BO KURDAN GIRÎNG E.
Dr. Suheyla Qadirî jî got ku Peymana Lozanê encamên civakî, siyasî, çandî û erdnîgarî ji bo gelê Kurd derxistiye holê. Qadirî ji dîrokê mînak dan û di sedsala nû de behsa girîngiya yekîtiya neteweyî ji bo Kurdan kir.
MEHMET BAYRAKTAR: GELÊ KURD DIVÊ ZIMANÊ XWE BIPARÊZE
Lêkolîner û Nivîskar Mehmet Bayrak anî ziman ku yek ji encamên herî mezin ên Peymana Lozanê destpêkirina pêkanînên bi armanca tinekirina zimanê Kurdî ye.
Bayrak diyar kir ku girîng e gelê Kurd ji bo zimanê xwe biparêze rojane bi Kurdî biaxive û bi taybetî bal kişan ser girîngiya axaftina zimanê Kurdî ya dayikan bi zarokên xwe re. Bayrak xwest ku Kurd li dijî Peyamana Lozanê bi hev re tevbigerin.
Panel bi bersivandina pirsan bi dawî bû. Konferans wê sibê bi panelên cuda berdewam bike.